Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
23 ÇILE, 2020   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzer Raziye Tûrgût, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo ku hevdîtinê li gel rêber Abdullah Ocalan bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya Tirkiyê da.

Ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve parêzerên Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li rayedaran didin, lê belê tu bersivê wernagirin.