Gundên Şera û Şehbayê têne topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê û gundên Şehbayê bi dijwarî topbaran dikin.

Gundên Şera û Şehbayê têne topbarankirin
21 ÇILE, 2020   19:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên li ser gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê didomînin. Vê êvarê dagirkerî gundên Til Meraş, Kefer Anton, Til Hecar, Şawarxe û El-Irşadiye topbaran dike.

Tevî topbarankirina gelek gundên kantona Şehbayê; Eyn Deqna, Bêloniye û Semoqiye.

Topbaran berdewam e. Derbarê ziyanan de tu agahî nehatine girtin.

(şx)

ANHA