Hiso: Divê rewşenbîr têkiliyên xwe yên dîplomasî xurt bikin

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso destnîşan kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê divê rewşenbîr  têkiliyên xwe yên dîplomasî û çandî xurt bikin.

Hiso: Divê rewşenbîr têkiliyên xwe yên dîplomasî xurt bikin
Hiso: Divê rewşenbîr têkiliyên xwe yên dîplomasî xurt bikin
Hiso: Divê rewşenbîr têkiliyên xwe yên dîplomasî xurt bikin
Hiso: Divê rewşenbîr têkiliyên xwe yên dîplomasî xurt bikin
21 ÇILE, 2020   19:46
HELEB

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso di civîna ku Komxebata Heleb a Çandî li hola Cindirêsê li beşa Rojhilatê taxa Şêxmeqsûd orgenîze kiriye de axivî. Hiso, behsa pêvajoya ku Sûriyê û Rojhilata Navîn li ser astên siyasî û aborî tê re derbas dibe kir û girîngiya rola rewşenbîran di vê pêvajoyê de teqez kir.

Bi dehan rewşenbîrên Helebê tev li civînê bûn. Piştî deqeya rêzgirtin, Xerîb Hiso behsa geşedanên siyasî kir û diyar kirin ku dewletên cîhanî yên ku mudexeleya Sûriyê dikin bi xwe di nav aloziyên siyasî û aborî de ne. Ji ber wê pirsgirêkên xwe derbasî dewletên din din û ewlehiya wan dihejînin.

Hiso destnîşan kir ku berjewendî û timayên wan dewletan dibe hîma sereke ya mudexeleya wan di Sûriyê de. Tirkiyê wek amûrek bi kar tînin da ku aloziyan di wan dewletan de biafrînin. Tevî ku dewleta Tirk bi xwe di nav aloziyek siyasî, civakî û aborî de ye.

Têkildarî nakokiyên li dewletên cîranên Sûriyê Hiso got: "Em têkoşîna xwe didomînin. Me şoreşek afirand ji ber ku em xwedî maf in û berjewendiya me bi kesekî re tune ye. Mefên me hatine çawisandin ne tenê weke kurd lê belê tevahiya pêkhateyên Sûriyê. Dema em mafên xwe bi dest bixin aloziya Sûriyê çareser dibe."

Hiso teqez kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye cihê çareserkirina aloziya Sûriyê. Gelek dewlet li wir kom dibin, şandeyên derve serdana herêmê dikin û ew serdan hîna berdewam in. Hiso wiha domand: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewlehiya xwe parastin û rêgeza biratiya gelan winda nekir. Ev serkeftina me ya herî mezin e."

Têkildarî rêbazên çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn Hiso destnîşan kir ku pergala demokratîk helbet wê li hember pergalên desthilatdarî tê bikoşe. Hiso got: “Lê encama dawîn ji bo çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn di pêkanîna neteweya demokratîk de veşartî ye. Ev projeya ku tevahiya pêkhate, taîfe û çandan hemêz kiriye û wek bedîla herî mezin ji bo çareserkirina tevahiya aloziyan tê hesibandin.”

Girêdayî rola rewşenbîran di vê pêvajoyê de Hiso destnîşan kir ku pêwîste rewşenbîr geşedanên herêmê bişopînin. Têkiliyên xwe yên dîplomasî û çandî li hundir û derve bi tevahiya dewletan re xurt bikin. Nêrînên xwe girêdayî çareserkirina aloziya Sûriyê parve bikin û civînan li ser astên firehtir li dar bixin. Li gorî Hiso ji ber wê ji bo avakirina civakek exlaqî û siyasî diplomasiyek çandî pêwîst dike.

Di dawiyê de Hiso teqez kir ku divê nameya rewşenbîran girêdayî girîngiya biratiya gelan û jiyana hevpar be.

(şx)

ANHA