Salvegera 6‘emîn a ragihandina Rêveberiya Xweser li Amûdê hate pîrozkirin

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê di 6‘emîn salvegera ragihandina Rêveberiya Xweser de soz da ku dê bi hemû hêz, vîna û îsrar xwe erkên xwe yên li beramerî gel bidomîne û destkeftiyên şehîdan biparêzin.

21 ÇILE, 2020   16:23
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê bi boneya salvegera 6‘emîn a damezirandina xwe şahiyeke li hola Beylesan a navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo lidarxist.

Hevserokatiya Meclisa Rêvebera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebd Hamid El-Mihbaş, seroka Desteya Rêveber a MSD‘ê Îlham Ehmed, hevserokên desteyên 7 rêveberiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên rêvebriyên sivîl, serokên meclisên rûpiyên kurd û ereb, birîndarên şer, nûnerên partiyên kurdî, erebî, suryanî, hêzên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di şahiyê de amade bûn.

Hola şahiyê bi wêneyên şehîdên şoreşa Bakur  û Rojhilatê Sûriyê û wêneyên sekretêra Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef hat xemilandin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre koma "Orkestra Rojava" berhemên xwe pêşkêş kir.

Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telet Yûnis bi zimanê kurdî û Nezîra Gewriyê bi zimanê erebî axivîn.

Di axaftinana de cangoiyên azadiyê hatin bibîranîn û soza şopandina rêya wan hate dûbarekirin. Hevserokan gotin: "Em wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di salvegera 6‘an a damezirandinê de vê rojê silav dikin. Ev roj encamên mîrseyek ji têkoşîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Wekî tê zanîn ku gelên herêmên di nava aloziyekê siyasî û civakî ku li cîhanê û herêmê bi taybet li Sûriyê rû dide de modela sîstema xwe ava kirin."

Telet Yûnis û Nezîra Gewriyê di axaftinên xwe de îşaret bi vê yekê kirin ku rêveberiyê dikarîbûn di nava kuştin, wêrabûn û şer de modêle jiyana hevbeş li her cihî ava bikin û armanc û îradeya tevahî pêkhateyan ber bi siberojekê baştir ve kir yek.

Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê destnîşan kirin ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi têkoşîneke mezin DAIŞ û Cebhet El-Nusra yên ku desteka xwe ji dewleta Tirk digirtin têk birin û wiha domandin: "Rêveberiyê jî dikarîbûn benda bêhêviyê bişkîne û guhertin û aştiya navxweyî di navbera pêkhateyên civaka Sûriyê de pêk bîne. Di heman demê de bi berxwedana xwe û gelê xwe dikarî nêrîna derve ya li hemberî vê rêveberiyê biguhere û rastiya gel û baweriya wê ya bi jiyana azad û demokratîk diyar bike. Bi vê yekê Rêveberiya Xweser bû aliyek çalak di qada Sûriyê de û dikarîbûn têkiliyan li ser asta cîhanê ji bo çareserkirina aloziyê Sûriyê çêbike û koordîne bike."

Di axaftinan de êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin, hate gotin ku ev êriş ewlehiya li herêmê tevlihev kir. Her wiha bal hate kişand ser guhertina demografî ku dewleta Tirk li herêmê pêk tîne.

Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di dawiya axaftinan de gotin: "Em 6 salên têkoşînê ku me li pey xwest terik nakin, bêyî ku em rewşa zehemt ku herêm têre derbas dibe û asta xeteriya dewleta Tirk a li herêmê jibîr bikin. Li hemberî van rageşiyên zehmet em soz didin gelê xwe ku em ê bi hemû hêz, vîn û israra xwe erka xwe yên rêveberî, ewlehî, siyasî û xizmetguzarî  li beramberî gelê xwe bidomînin û destkeftiyên şehîdan biparêzin."

Piştî axaftinan senevîzyonek li ser xebatên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi zimanên kurdî, erebî û suryanî hate pêşandan.

Şahî bi stranan bi dawî bû.

ANHA