‘Êrişa Tirkiyê ferman û komkujiyên Osmaniyan ên li dijî Kurdên êzidî tîne bîra me’

Yekitiya Êzidiyan a herêma Efrînê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir û destnîşan kir ku êrişa Tirkiyê li ser Efrînê komkujî û fermanên Osmaniyan û çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî Kurdên êzidî tînin bîra wan.

‘Êrişa Tirkiyê ferman û komkujiyên Osmaniyan ên li dijî Kurdên êzidî tîne bîra me’
21 ÇILE, 2020   12:49
ŞEHBA

Duh (20`ê Çileyê) salvegera duyemîn a destpêkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser kantona Efrînê bû ku gelek komkujî û sûc li dijî şêniyên Efrînê pêk anîn û bi darê zorê ji malên wan derxistin.

Di vê derbarê de Yekitiya Êzidiyan a herêma Efrînê daxuyaniyek ji raya gistî re parve kir.

Endama Yekitiya Êzidiyan Orîvan Menan bi zimanê kurdî û bi zimanê erebî jî Mustafa Nebû, bi amadebûna bi dehan êzidiyên Efrînê li Kampa Berxwedan, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

“Beriya du salan dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê êrişî bajarê Efrînê kir. Dagirkeran di êrişa xwe de balafir, tank û hemû cureyên çekên pêşketî bi kar anîn. Ev hovîtî eger tiştekî bîne bîra mirovan, tenê fermanên Împaratoriya Osmanî li dijî Kurdên êzidî û Fermana 74`yan ku çeteyên DAIŞ`ê li dijî êzidiyên Şengalê pêk anî, tîne bîra me.

Hovîtiya dewleta Tirk û êrişên wî, kîn û neferta li dijî jin, kalpîr û zarokên herêmê dida nîşandan. Dewleta dagirker xwest gelê herêmê û dîroka wî ya bi hezaran salan tine bike, ji ber vê yekê cihê dîrokî weke Nebî Horî û girê Eyndarê kirin hedef û rûxandin. Her wiha cihên êzidiyan ên pîroz weke Barsa Xatûn, Cîl Hana, Melêk Adî û bi dehan mezar û cihên dîrokî û pîroz li gel êzidiyan rûxandin. Her wiha şêniyên resen  bi darê zorê da koçberkirin û li şûna wan kesên biyanî yên ji Sûriyê û Turkistanê bi cih kir.

Her wiha ola îslamî li ser êzidiyan ferz kir û bi zorê zarokên wan şandin dibistanên îsalmî. Her wiha çanda îslametî li şûna êzidiyatiyê ferz kirin û mezarên mayî yên êzidiyan rûxandin û şûnwarên Efrînê dizîn û talan kirin.

Wek Yekitiya Êzidiyan li herêma Efrînê em dagirkirina dewleta Tirk ji Efrînê û piraniya herêmên bakur û bakur rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Her wiha em bêdengiya navdewleta ya li hemberî dagirkeriyê şermezar dikin û bang li Yekitiya Navdewletî, Yekitiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û dewleta Sûriyê dikin ku destwerdanê bikin û dagirkeriyê bisekinîn, her wiha zextê li dewleta Tirk bikin ku ji erdên Sûriyên yên dagirkirine derkeve da ku şêniyên Efrînê vegerin warê xwe.”

Daxuyanî bi sloganên silavkirina Berxwedana Serdemê û ya şêniyên Efrînê li Şehbayê bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FWthiqfU5go" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>