Li Helebê hemleya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê didome

Meclisa Aborî û Tevgera Ciwanên Şoreşger li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd bi rêya belavkirina hezar û 500 belevokan, banga domandina boykotkirina kel û pelên Tirkiyê kir.

Li Helebê hemleya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê didome
Li Helebê hemleya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê didome
Li Helebê hemleya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê didome
21 ÇILE, 2020   13:12
HELEB

Hemleya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên bajarê Helebê didome. Meclisa Aborî û bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê dest bi însyatîfekê kir.

Hezar û 500 belavok der barê domandina hemleya boykotkirinê de îro li dikanên bazirganiyê, sûkan û kolanan hatin belavkirin û îşaret bi girîngiya domandina boykotkirina kel û pelên Tirkiyê kirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemleya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê ragihandibû, bi wê yekê bersiva êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.

ANHA