Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê salvegera 6’emîn a Rêveberiya Xweser pîroz kir

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê salvegera 6’emîn a damezirandina Rêveberiya Xweser li tevahî pêkhateyan pîroz kir.

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê salvegera 6’emîn a Rêveberiya Xweser pîroz kir
21 ÇILE, 2020   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera 6’emîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ye ku di 21’ê Çileya 2014’an de hate avakirin.

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê bi daxuyaniyekê salvegera 6’emîn a damezirandina Rêveberiya Xweser li tevahî pêkhateyan pîroz kir

Daxuyanî wiha ye:

"Di aloziya Sûriyê de, aliyên civakî yên cihêreng, gelek hêz ji her yekê berjewendî, nêrîn û alavên destwerdanê hene û 3 xetên wê hene û şer dikin. Ya yekê parastina gendelî, çewisandin û desthilatdariya xwe dike, ya duyemîn bi alavên şer ên naskirî û di bin rejîma bi berhema siyasî de û ya sêyemîn jî hêzên ku bi rêya siyaset, îdeolojî, felsefeya têr û tijî heye û nas kir ku pêkanîna guhartinê, ne tenê bi rêya kesayetan û ne jî bi rêya guhartina rejîm û desthilatiya wê ye, lê belê bi guhartina asta felsefî, nasîna siyasetê ye. Her wiha van hêzan jî, xeta sêyemîn hilbijart, di rewşeke girêk de tev gerî, siyaset bi rê ve bir, parastina xwe û projeya xwe di rewşeke şer de kir û nimûneyek teorî pêşkêş kir ku di pratîkê de pêk bîne û van hêzan Rêveberiya Xweser a Demokratîk  di Çileya 2014’an de damezirand.

Bi Rêveberiya Xweser di mijarên wê yên mezin û astên wê yên felsefî de hevkar e û dê parastina Rêveberiya Xweser a Demokratîk bike.

Em wekî Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê pêkhateyên Rêveberiya Xweser ên siyasî, etnîk û olî bi boneya salvegera 6’emîn a damezrandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk pîroz dikin û piştrast dikin ku pîrozkirina bi salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser, bi civandina endam, tevlêbûnan, dostan û hembêzkirina civakî li derdora projeya Rêveberiya Xweser wê ye da ku piştgirî û piştevaniya wê bikin.

Ji ber ku projeya Rêveberiya Xweser bi tunebûna têkoşer Abdullah Ocalan pêk nedihat, lewre salvegerê li têkoşerê mezin Ocalan tevî ku di girtîgehê de ye lê azad e, pîroz dikin."

(fr)