Kesekî ku sotemeniyê dibe herêmên dagirkirî, hate girtin

Buroya Ewlehiya Bendên Kontrolê ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Eyn Îsayê, kesê ku sotemenî dibir herêmên ku ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, li ser rêya navneteweyî girt.

Kesekî ku sotemeniyê dibe herêmên dagirkirî, hate girtin
21 ÇILE, 2020   11:10
EYN ÎSA

Cara duyemîn e ku endamên Ewlehiya Bendên Kontrolê ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Eyn Îsayê kesên ku benzîn derdixist herêmên ku ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, li ser rêya navneteweyî ya M4 girt.

Kesê ku hatiye girtin, 3 bermîl di depoya binê erebeya xwe de veşartibûn, her wiha bi rêya hin textan depoya benzînê pêçabû.

Kesê karê qaçax dikir, ji bajarê Hesekê di rêya Reqayê re dihat da ku di rêya gundê Şergirak ê li bakurê Eyn Îsayê derbas bibe û bifiroşe bazirganên li wir.

Der barê kiryara qaçaxiyê de, ji rêveberên Buroya Ewlehiya Bendên Kontrolê ya navçeya Eyn Îsayê Welat Bozan got qaçaqixa sotemeniyê li herêmên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê ve hatine dagirkirin, binpêkirin e û li gorî wê tê cezakirin û desteserkirin. Her wiha erka Buroya Ewlehiya Bendên Kontrolê, qedexekirina derbaskirina sotemeniyê li herêmên dagirkirî ye.

Bozan diyar kir ku ev cara duyemîn e kiryara derxistina sotemeniyê tê keşfkirin û ji hêla hêzên wan ve tê binxistin, her wiha kesên binpêkirinê dikin, li gorî qanûnê tên girtin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dide bi rêya bazirganî û qaçaxiyan benzîn û mazotê ji herêmên Rêveberiya Xweser derbasî herêmên dagirkirî bike, ji ber ku li herêmên dagirkirî sotemenî û madeyên sereke gelekî kêm in.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/w3A-RfTBwDg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>