Danişînin ezilkirina Trump dest pê dikin

Îro Meclisa Nûneran  a Amerîkayê, dest bi danişînin ezilkirina serokê Amerîkayê Donald Trump dike.

Danişînin ezilkirina Trump dest pê dikin
21 ÇILE, 2020   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Tîma qanûnî ya serokê Amerîkayê Donald Trump yekser daxwaz kir ku hemû tawanên li dijî Trump werin xistin. Tîmê ragihand ku tedbîrên ji bo ezilkirina (ji peywirê dûrxistin) Trump li dijî destûrê xetere ne.

Tê payîn ku endamên Meclisa Nûneran a Amerîkayê li dosyayan ku wê rojê 6 saetan dewam bike, guhdar bikin. Danişîn dê 6 rojan dewam bikin.  Serokê Dozgeriya Bilind a Amerîkayê John Roberts dê serokatiya danişînan bike.

Di dîroka Amerîkayê de, Trump bû serokê sêyemîn ku li pêşiya parlamentoyê tê dadgehkirin.

Ji bo ezilkirina Trump divê 67 endamên Meclisa Nûneran ji eslê 100 endaman erê bike, lê hejmara Demokratan 47 endam tenê ne, tê payîn ku hemû tawanên li dijî Trump werin xistin.

(kc)