‘Divê saziyên akademîk û yên ragihandinê bala xwe bidin tecrubeya Rêveberiya Xweser’

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê destnîşan kirk u dive saziyên akademîk û yên ragihandinê yên li Kurdistan û cîhanê balê bikişînin ser projeya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

‘Divê saziyên akademîk û yên ragihandinê bala xwe bidin tecrubeya Rêveberiya Xweser’
21 ÇILE, 2020   11:20
SILÊMANIYÊ

Şandeya nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Başûrê Kurdistanê serdana Navenda Lêkolînên Stratejîk a Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê kir.

Şande ji endamên desteya rêveber a nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêma başûrê Kurdistanê Silava Silêman û Fetihallah Husyenî her wiha nûnera Kongreya Star li herêma Kurdistanê Lîman Şiwêş, pêk hat.

Rêveberê navendê Dr. Herdî Mihdî û hejamareke çavêderên navendê, şandeya nûnerên Rêveberiya Xweser pêşwazî kir.

Li gorî buroya ragihandinê ya nûnertiya Rêveberiya Xweser li herêma Kurdistanê, şandeya Rêveberiya Xweser di serdenê de sîstema karê navedên lîkolînên stratejîk û saziyên ragihdandinê yên Rojava û Bakurê Sûriyê ji destpêka şoreşê, her wiha pêşketinên ku van saziyan ruxmî derfetên kêm bi çêkirine, şîrove kir.

Her wiha tekezî li ser girîngiya koordînekirinê û têkiliyên domdar di navbera navendên Herêma Kudistanê û navendên herêmên Rêverberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, hat kirin.

Her du aliyan kar û xebatên navendê ji aliyê derxistina pirtûk, lêkolîn, kovar û nivîsên têkildarî her çar parçeyên Kurdisatanê ku têne belavkirin, nîqaş kirin.

Her wiha pêşketinên dawî li Sûriyê bi tevahî û bi taybetî li herêmên Rêverberiya Xweser û destkeftî û serkeftinên ku bi saya  sîstema Rêveberiya Xweser di hemî qadên siyasî, civakî, rêveberiyê, dîplomasî û leşkerî yên bi tevlêbûna jin û ciwanan hatine bidestxistin, mijarên nîqaş bûn.

Berpirsên  Navenda Kurdistan a Lêkolînên Stratejîk îşaret bi destkeftiyên di hemû aliyan de li Rojava hatine bidestxistin kirin. Her wiha destnîşan kirin ku pêwîste lênêrîn û xwendina tecrûbeya Rêveberiay Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê saziyên akademîk û yên ragihandinê li Kurdistanê û cîhanê, bê kirin.

Berpirsan her wiha spasiya şandeya Rêveberiya Xweser ji bo serdana wan kir û diyar kir ku divê serdanên bi vê rengî ji bo pêşxistina têkiliyên her du aliyan, dewam bikin.

(cx)

ANHA