Îsraîl ji bo salvegera Holockostê xwe amade dike

Îsraîlê ji bo ‘Komxebata Navneteweyî ya Holokostê’ bi beşdarbûna 40 dewletan xwe amade dike. Her wiha metirsiyên Îsraîlê hene ku komên Filistînê komxebatê tevlihev bikin.

Îsraîl ji bo salvegera Holockostê xwe amade dike
21 ÇILE, 2020   10:47
XEZA

Tê payîn ku îro gelek serokên dewletan bigihîjin Îsraîlê da ku beşdarî ‘Komxebata Navneteweyî ya Holokostê’ bibin.  

Dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê ragihand ku polîsên Îsraîlê li bajarê Qudsê belav bûne da ku pêşwaziya şandeyên beşdarî xebatên komxebatê bibin, bike.

Televîzyoneke Îsraîlê ragihand ku gelek serokên dewletên cîhanê berê xwe da Îsraîlê, her wiha destnîşan kir ku komxebat dê sibê dest pê bike û heta pêncşemê bidome. Hate diyarkirin ku îro dê serokên Gurcistan, Bulxaristan, Qibris, Romanya, Fînlandiya, Portuqal, Bosna, Îzlanda, Makedonya û Albanyayê bigihîjin welêt, her wiha tê payîn ku sibê serokê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn û serokê Fransayê Emmanuel Macron jî bigihîjin welêt ku dê serdana bajarê Ramellah jî bikin û dê bi serokê hikumeta Filistînê Mehmûd Ebas re bicivin.

Di heman demê de çapemeniya Îsraîlê diyar kir ku metirsiyên Îsraîlê ji tevlihevkirina rewşa ewlehiyê ji aliyê komên Filistînê ve hene ku komxebatê asteng bikin.

Holokost, ji bo nîjadkujiya ku Naziyan li Almanya û seranserê Ewropayê li dijî Cihûyan pêk aniye, tê gotin.

(jo)