Mijarên rojnameyên erebî yên îro – 21 Çile

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê, bi taybet li herêma Idlibê de nivîsîn, her wiha geşedan û xwepêşandaên Iraqê û aloziya Lîbyayê jî di rojeva rojnameyên erebî de bûn.

Mijarên rojnameyên erebî yên îro – 21 Çile
21 ÇILE, 2020   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

UKAZ: IDLIB BER BI BOBELATEKÊ VE DIÇE

Rojnameyên erebî yên îro der bare geşedanên li Sûriyê, bi taybet jî yên li Idlibê nivîsîn. Rojnameya Okaz nivîsî: "Li gundewarên Idlib û Helebê çalakiyên leşkerî yên bejahî rawestiyan, lê balafirên Rûsya û Sûriyê bajarokê Cîne yê gundewarên Helebê bombebaran kirin, gelek welatiyên sivîl birîndar bûn. Her wiha balafirên Sûriyê bajarokên Kefernaha û Kefernûran yên Helebê bombebaran kirin.

Çavkaniyên agahdar li Idlibê diyar kir ku hêzên rejîmê û milîsên alîgirên wê ji bo amadekariyên operasyoneke berfireh, êrîşên xwe dijwar kirin, her wiha da zanîn ku ji ber windahiyên zêde, hêzên rejîmê planên xwe yên leşkerî guherandin û giraniyê dide hêza asmanî.”

ŞERQ EL-AWSAT: IRAQ; LI BEXDA Û BASRAYÊ ROJEKE DIRÊJ A BIXWÎN

Der bare barê geşedanên Iraqê de rojnameyê nivîsî: "Çalakvanên Iraqê duh soza xwe pêk anî û tevgera xwepêşandanê bilind kirin, çalakvanan li parêzgehên navend û başûrê welêt bi hêzên ewlehiyê re ketin nava pevçûnan, di encamê de 6 kes hatin kuştin, bi dehan jî ji her du aliyan birîndar bûn.

Rêveberên hêzên ewlehiyê yên Iraqê ragihand ku 14 efser bi keviran birîndar bûne. Komên çalakvan jî dibêjin ku nêzî 60 xwepêşandêr hatine kuştin û birîndarkirin. Ajansa Fransayê jî li ser zimanê çavkaniyên bijîşkî diyar kir ku 3 xwepêşandêr li paytextê bi guleyan, yek jî bi gazê hatine kuştin.

Duh jî sendîkaya rojnamevanan a neteweyî ragihand ku rojnamevanê bi nave Yûsiv Setar dema ku xwepêşdanên navenda Bexdayê dişopandin, hatin kuştin. Ajansa Reutersê jî ragihand ku li Kerbelayê xwepêşandêrek bi guleyên hêzên ewlehiyê hatiye kuştin, li Besrayê jî yekî xwepêşandêr bi erebeyê pê li polîsekî kiriye.

Li aliyekî din duh hin nîşan diyar bûn ku di der barê hilbijartina serokwezîrekî nû li şûna Adil Ebdilmehdî de, lihevhatinek çêbûye.”

EL-EREB: TIRKIYE… BAXÇEYÊN LI PAŞ Û PIYONÊN LI PÊŞ

Rojnameyê der barê destwerdana Tirkiyê ya Lîbyayê de wiha nivîsî: "Eger naveroka daxuyaniya nûnerê navdewletî bo Lîbyayê Xessan Selama rast be ku wî piştrast kiriye ku Tirkiyê 2 hezar çekdarên Sûrî bi rê kirine Lîbyayê da li aliyên hikûmeta Wîfaqê li dijî artêşa Lîbyayê ya bi fermandariya Xelîfe Hefter şer bikin. Eger ev rast be, mijar pir girîng û metirsîdar e, bi taybet ji bo dewletên cîran ên mînaTûnis û Cezaîrê, her wiha dê li dijî çareseriyê jî bibe astengiyeke mezin.

Tirkiye bi quretî û pozbilindî xwe têkilî erdnîgariya Ereban dike, ji Iraqê bigire ta bi Sûriyê û Lîbyayê. Rewakirina desatwerdana leşkerî ya Tirkiyê bi navê parastina hikûmeta rewa, ne li gorî siyasetên Tirkiyê yên li herêma rojhilata erebî ye.

Tirkiye ku artêşa xwe bi rê dike da ku "hikûmeta rewa" biparêze, heman Tirkiye bi çek û cebilxane û milîsan destwerdana Sûriyê kir û hikûmeta rewa ya wê deverê binpê kir.

Bêguman ne tenê Tirkiyê li erdnîgariya Ereban bi navê parastina statuyên rewa, berjewendiyên  xwe yên  stratejîk diparêze. Her wiha bêguman ne tenê Tirkiyê piştgiriya çeteyan dike, wan diparêze û wan dike ardûyê şer. Lê ya rastî tenê Tirkiye artêşên alîgirên xwe ava dike û wan ji eniyekê dibe eniyeke din, ji paytextekê dibe ya din, li gorî fermanên Erdogan.

EL-BEYAN: MEKANÎZMAYA PÊKANÎNÊ.. PIRSGIRÊKA BIRYARÊN BERLÎNÊ

Dîsa der barê rewşa Lîbyayê de rojnameyê nivîsî: "Di civîna Berlînê de hate xwestin ku şer bê rawestandin, komên çekdar bêne belavkirin, çekên wan bêne standin, endamên wan koman tev li nava saziyên sivîl û yên ewlehiyê û leşkeriyê bibin.

Lê artêşa Lîbyayê naxwaze endamên wê tev li saziyên leşkerî bibin, ev dê bibe yek ji astengiyên pêkanîna daxwazên civînê.

Ji ber ku beşeke mezin a milîsên hikûmeta Wîfaqê ji hêla ramyarî û bîrdozî ve girêdayî rêxistinên terorîst in, an jî girêdayî aliyên şoreşger ên radîkal in ku naxwazin lihevhatin pêk bê.

Her wiha civînê xwest ku hin mekanîzmayên parastinê yên demkî bêne pêkanîn ku artêş û polîs û hêzên ewlehiyê karibin herêmên sivîlan, saziyên dewletê û hikûmetê, balafirgeh, deriyên sînor, zevî û saziyên petrolê, navendên elektrîkê û yên avê biparêz e. Lê wan baş diyar nekiriye ka kîjan artêş dê vî karî bike, ji ber milîsên Wifaq`ê jî xwe weke artêş didin nasîn û fermandariya wan jî heye."

(kn