Nûnerê NY`yê ji Lîbyayê re: Tişta ku ez pê hesab ji Erdogan bixwazim heye

Nûnerê NY`yê yê taybet ji Lîbyayê re Xesan Selama tekez kir ku serokkomarê TirkRecep Tayyîp û Erdogan di Konferansa Berlînê de soz da ku ew ê tu hêz yan jî çeteyan ber bi Lîbyayê ve neşîne û got "Tişta ku ez ji bo wê hesab ji Erdogan bixwazim, heye."

Nûnerê NY`yê ji Lîbyayê re: Tişta ku ez pê hesab ji Erdogan bixwazim heye
21 ÇILE, 2020   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Xesan Selama diyar kir ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan di benda 5`emîn a daxuyaniya Konferansa Berlînê de soz da ku ew ê tu hêz yan jî çeteyan ber bi Lîbyayê ve neşîne.

Selama di hevpeyvîna li gel kanala 218’an a Lîbyayê de destnîşan kir ku Erdogan di benda 5`an a daxuyaniya Konferansê Berlînê de soz da ku ew ê destwerdana Lîbyayê jî neke.

Girêdayî mijarê Selama wiha got: "Kaxez li gel min hene. Tişta ku ez ji bo wê hesab ji wî bixwazim heye. Beriya wê tiştek tune bû. Niha li gel min soza wî heye."

Der barê pirsekê de ku çawaniya 2 hezar çeteyên ji Sûriyê ku ji aliyê Enqereyê ve ber bi Lîbyayê ve hatine şandin, nûnerê NY`yê yê Lîbyayê re ev tişt got: "Projeyek heye em ê bidin komîteya 5+5 ji bo gelê Lîbyayê dev ji şervanên biyanî berdin. Ne tenê 2 hezar çeteyên ji Sûriyê ne lê bi hezaran in."

(bx)