Li Reqayê têkildarî binpêkirinên li Efrînê semînerek li dar ket

Buroya Jinan a MSD`ê bi boneya salvegera duyemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Efrînê, semînerek da. Di semînerê de binpêkirinên ku heta niha dewam dikin, hatin vegotin.

Li Reqayê têkildarî binpêkirinên li Efrînê semînerek li dar ket
Li Reqayê têkildarî binpêkirinên li Efrînê semînerek li dar ket
Li Reqayê têkildarî binpêkirinên li Efrînê semînerek li dar ket
Li Reqayê têkildarî binpêkirinên li Efrînê semînerek li dar ket
21 ÇILE, 2020   09:07
REQA

Jinên bajarê Reqayê, endamên sazî û meclisên jinan tev li semînerê bûn. Semîner ji aliyê yek ji rêveberên Buroya Jinan a MSD`ê Dibiya El-Nasir ve hate dayîn.

Dibiya di destpêka axaftina xwe de, bal kişand ser cih û erdnîgariya Efrînê û got: “Efrîn, li bakurê rojavayê Sûriyê dikeve û girêdayî parêzgeha Helebê ye. Di Efrînê de, piraniya xwe gelê Kurd tê de bi cih dibe û bi jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên wê de dihat naskirin. Her wiha Efrîn bi axa xwe ya baş ji bo çandiniyê û zeytûnan navdar bû.”

Têkildarî binpêkirinên ku li Efrînê rû didin, Dibiya wiha axivî: “Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî ku Efrînê dagir kir, zêdetirî 300 hezar ji xelkê wê koçber kir, her wiha kiryarên herî qirêjî der heqê şêniyên wê de pêk anîn û qanûnên navneteweyî binpê kirin. Hejmareke gelekî mezin a binpêkirin û kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li dijî sivîlan pêk anîn.”

Dibiya anî ziman ku tiştên ku hêzên dagirker li Efrînê dikin;  wêrankirin û dizîna şûnwarên Efrînê, reşkirin û veşartina rastî û dîroka gelê Kurd e.

Di dawiya semînerê de, jinan piştigiriya xwe jib o Berxwedana Serdemê re û nexasim berxwedana jin û zarokên Efrînê diyar kir.

(kc)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/w7AhbgLbVXE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>