Xebatên Şaredariya Gel a bajarokê Ebû Feri yê Tirbespiyê

Şaredariya Gel a bajarokê Ebû Feri yê navçeya Tirbespiyê li gorî derfetên xwe xizmeta gel dike û projeyan datîne.

Xebatên Şaredariya Gel a bajarokê Ebû Feri yê Tirbespiyê
Xebatên Şaredariya Gel a bajarokê Ebû Feri yê Tirbespiyê
Xebatên Şaredariya Gel a bajarokê Ebû Feri yê Tirbespiyê
21 ÇILE, 2020   07:03
QAMIŞLO

Bajarokê Ebû Feri yê girêdayî navçeya Tirbespiyê yê Qamişlo, di 2015’an de ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Meclisa bajarokê Ebû Feri hate avakirin û 50 gund pê ve girêdayî ne. Beriya niha gund û bajarokê pê ve girêdayî paşguhkirîbûn, lê ji ber xwestekên şêniyan Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê di 2016`an de di nava bajarok de şaredariya gel vekirin.

Şaredariya Gel a bajarokê Ebû Feri gelek projeyên xizmetguzariyê bi cih anîn, ji wan avakirina piran, ziftkirina rêyan û vekirina kanalîzesyonan.

Hevserokê şaredariya gel şêxê Ebû Feri Elî Hewar axivî û got: “Tevî ku şaredarî nû hatiye sererastkirin, lê dîsa jî gelek proje bi cih anîn. Ji wan avakirina pira gundê Ebû Xedîr, ji ber dema lehî radibû jiyana şêniyan dixiste xeteriyê, her wiha avakirina pira bajarê Ebû Fira ya taybet bi kamyonan. Şaredariyê rêya Tilgidîş bi panahiya 5 m û dirêjahiya 3 km bi kevirên jikestî dagirtin. Rêya gundê Um Îzam û Bab Ziyab jî bi dirêjahiya 2 km bi kevirên jikestî.Hêjahî bibîrxistinê ku gundê Tilgidîş gelek gundan bi navenda Ebû Feri ve girê dide.”

Her wiha bal kişand ser sererastkirina rêya sereka ku bajarok bi navçeya Tirbespiyê ve girê dide.

Hevserokê Şaredariya Gel a Ebû Feri di dawiya axaftina xwe de got: “Di demên pêş de em ê gelek projeyên wiha danin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QYrYcknYMts" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>