‘Divê destkeftî werin parastin’

Siyasetmedar û rewşenbîrên Efrînê banga yekîtiya kurdî û girîngiya parastina destkeftiyan kirin.

‘Divê destkeftî werin parastin’
21 ÇILE, 2020   06:04
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Gelê Kurd banga yekîtiya kurdî û piştgiriya însiyatîfa fermandarê QSD`ê Mazlum Ebdî, kirin.

Di vê çarçoveyê de çend siyasetmedar û rewşenbîrên Efînê yên bi darê zorê koçberbûne û li kantona Şehbayê bicihbûne ji ajansa me re axivîn.

Rêveberê Partiya Sûriya Pêşerojê Mihmed Beyrem wiha axivî: “Însiyatîfa fermandarê QSD`ê Mazlûm Abdî ya yekîtiya kurdî cihê rêzgitinê ye û divê partiyên siyasî bi ciyet nêzî vê însiyatîfê bibin. Pêngava em tê re derbas dibin, yekîtiya kurdî dixwaze. Berjevajî vê yekê dê xizmeta gel neke. Li ser vî esasî dûrî berjewendiyên partîtiyê divê destkeftiyên Rojava yên bi saya şehîdan hatine bidestxistin werin parastin.”

Mihmed Beyrem got: “Hin aliyên siyasî yekîtiya kurdî asteng dikin, ev yek xizmeta dijim dikin. Dijminê bi hezarên salan hewldana tunekirina gelê Kurd dike. Gelê Kurd berdêla nakokiyên partîtiyê didin lewma ez bang li gelê Kurd dikim, ku zextê li ser aliyên siyasî bike û banga yekîtiyê bikin.”

Rêveberê Partiya Yekîtiya Demokratîk Luqman Caro axivî û got: “Herêma Rojhilata Navîn ji hemû aliyan ve qeyranekê derbas dike. Hin dewletên desthilatdar hewldana şikandina vîna gelê Kurd, çewisandina çandê û guhartina demografiya herêmê dikin. Em bang li patiyên kurdî dikin ku di vê dema hesas de, ava bikin.”

Caro pirbûna partiyên siyasî li her çar parçeyên Kurdistanê wekî astengiya misogerkirina yekîtiya kurdî dibîne.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xedîcê Elo ya diya şehîd Engîzek axivî û got: “Dijminên dijminatiya doza kurdî dikin, cudabûnê naxin navbera partiyên siyasî û Kurdan pêk ve didin ber xwe. Yekitiya me nîşana hêz û vîna me ya parastina destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin e.”

Xedîcê Elo di dawiya axaftina xwe de bang li dayîk û hevserên şehîdan kir û got: “Gelê Kurd ên li derveyî welat û li hundê welat divê ji bo yekîtiya Kurdî bixebitin û dawî li berjewendiyên dagirkeriyê yên li Kurdistanê bînin.”

(eh)

ANHA