​​​​​​​‘Ji destpêka êrîşên li ser Sûriyê ve, Erdogan hewl dide demografiyê biguhere’

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd Ebd got: “Erdogan ji destpêka êrişên li ser xaka Sûriyê ve, siyaseta guhartina demgrafiya herêmê dide meşandin.”

​​​​​​​‘Ji destpêka êrîşên li ser Sûriyê ve, Erdogan hewl dide demografiyê biguhere’
21 ÇILE, 2020   05:50
EYN ÎSA

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîb Erdogan beriya çend rojan daxuyaniyek da û îşaret bi avakirina deveran li herêmên ku dagir kirine kir. Da ku li Girê Spî û Serêkaniyê penaberên ji Sûriyê ne, bi cih bike. Têkildarî vê yekê hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd Abd ji ajansa me re axivî.

‘DEWLETA TIRK XAKA ME DAGIR DIKE’

Hemîd Ebd wiha dest bi axaftina xwe kir: “Armanca dewleta Tirk û çeteyên wê êdî ji bo me wekî gelên Sûriyê diyar e û em li ser xakeke aram bûn. Erdogan xaka me dagir kiriye, mal û milkên me wêrandike û dide çeteyan. Ev çete kesên ku berjewendiyên wî pêk tînîn û xaka welatên din dagir dikin, in. Mînaka vê yekê jî dagirkirina xaka herêmên Sûriyê yên wekî, Efrîn û Carablusê ye.”

‘PLANÊ GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ DIDOMÎNE’

Ebd wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ji destpêka dagirkirina herêma Girê Spî û Serêkaniyê ve dewleta Tirk dest bi pêkanîna planên xwe kiriye. Malbatên çeteyan li cihê şêniyê herêmê yên resen bicih dike. Çeteyan mal û milkên kesên ji Girê Spî koçbûne dizîn. Li erdên koçberan genim û ceh çandin. Hejmara kesên ji Girê Spî koçberbûne gihaştiye 65 hezar kesî.Meclisa Kantona belgeya destserkirina 3200 mal û milkên karkerên Rêveberiya Xweser bidest xistiye. Hinek ji van karkeran koçber bûne, hinek hatine revandin û hinek jî di zîndanê de ne”.

Hemîd Ebd bal kişand ser guhartina ku li herêmê çêdibe û got: “Dê ev guhertin pirsgirêkan bi xwe re bîne, ji ber şênî xwediyên xakê ne û dagirkeriyê napejirînin.”

Hemîd Ebd bêdengiya navdewletî û welatên Ereb a li hember êrîşên dagirkeran şermezar kir.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd Ebd bang li civaka navdewletî û dewleta ganator a rûsî kir ku sînorekî ji binpêkirinên artêşa Tirk re deynin û rûsya garantiya vegera şêniyan li herêmên wan bide.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SYDc_2Yhy48" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>