ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 21-1-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 21-1-2020`AN
21 ÇILE, 2020   05:00

-Şopandina bûyerên li herêmên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Şopandina qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê.

-Şopandina çalakiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar dikevin.

-Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê bi boneya salvegera şeşan a damezirandina Rêveberiya Xweser şahiyekê li hola Beylesan li navçeya Amûde lidar dixe saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Buroya Ragihandina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê di bin navnîşana “Pêşxistina Warê Ragihandinê” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werşeyek karê ragihandinê li xwaringeha El-Şatêi li bajarê Reqayê orgenîze dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yekitiya Êzidiyan ya herêma Efrînê bi boneya salvegera duyemîn a êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Efrînê li Kampa Berxwedan daxuyanî dide raya giştî saet 13:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Efrînê yên koçber bûne gotin, heta Efrîn ji çeteyan were rizgarkirin û em vegerin malên xwe em ê li ber xwe bidin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

-Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bû bingeha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di 6 salên derbasbûyî de bi xebata bênavber, hişt herêm bibe aktoreke sereke di nav aliyên siyasî û leşkerî yên Sûriyê de û bala tevahî cîhanê kişand ser pergala alternatîf a nenavendî ya li hember pergala dewletî ya neteweyî.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Rûspiyên eşîreyên Ereban ên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo gotin: “Aloziya Sûriyê wê tenê bi yekîtiya neteweyî çareser bibe.” .(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd Ebd got: “Erdogan ji destpêka êrişên li ser xaka Sûriyê ve, siyaseta guhartina demgrafiya herêmê dide meşandin.” .(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Siyasetmedar û rewşenbîrên Efrînê banga yekîtiya kurdî û girîngiya parastina destkeftiyan kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Roj bi roj sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê diyar dibin. Her roj çîrokên qurbaniyên kesên ku îdia kirin ew Şoreşgerên Sûriyê ne derdikevin holê. Ew şoreşgerên ku xwe kirin koleyê dagirkerî û tenê gelê Sûriyê berdêla wê koletiyê dide.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi boneya salvegera duyemîn a êrişên Tirkiyê li dijî Efrînê meşekê li navçeya Til Rifetê orgenîze dike saet 14:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Rejîma Sûriyê nahêle şêniyên Efrînê yên ku koçber bûne derbasî bajarê Helebê bibin da ku xwe derman bikin. Bijşîk îşaretpê dikin ku rewşa mirovî li herêmê xeter e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêveberiya Dibistanan a bajarokê Sirînê li başûrê Kobanê hewl dide pirsgirêka kêmbûna kadroyê perwerdeyê çareser bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şaredariya Gel a bajarokê Ebû Feri yê navçeya Tirbespiyê li gorî derfetên xwe xizmeta gel dike û projeyan datîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi armaca çareserkirina qutbûna avê, Gerînendeya Avê ya Tebqayê projeyên danîna pompeyan bi dawî kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA