​​​​​​​Topbarana artêşa Tirk a dagirker digihêje gundê Şêx Îsa yê kantona Şehbayê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Şêx Îsa li kantona Şehbayê topbaran dikin.

​​​​​​​Topbarana artêşa Tirk a dagirker digihêje gundê Şêx Îsa yê kantona Şehbayê
20 ÇILE, 2020   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji berêvara îro ve gundên Efrîn û Şehbayê topbaran dikin. Di van kêliyan de gundê Şêx Îsa yê Şehbayê topbaran dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê Soxinekê, Alqemiye, Kefer Anton, Kefer Naya, Eyn Deqna û Semoqiye yên kantona Şehbayê bi top û moşekan topbaran kirin.

(şx)

ANHA