Yekîtiya Ewropayê şîreta amadekirina lîsteya cezayan ji bo Tirkiyê dike

Rayedarê siyaseta derve yê Yekîtiya Ewropayê Josip Borel îro ragihand ku wezîrên derve yên Yekitiya Ewropayê şîret kirine lîsteyek cezayan li dijî Tirkiyê were amadekirin û navên berpirs û hêzan werin diyarkirin.

Yekîtiya Ewropayê şîreta amadekirina lîsteya cezayan ji bo Tirkiyê dike
20 ÇILE, 2020   19:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Josip Borel got, Yekîtiya Ewropayê bi kêfxweşî avakirina hêzek deryayî ewropî ji bo piştgiriya azadiya rêdîtinê li  tengava Hurmuzê pêşwazî kir.

Yekîtiya Ewropayê roja Duşemê beriya destpêkirina kongreya navneteweyî li Berlînê girêdayî bicihanîna aştiyê li Lîbyayê, Tirkiyê hişyar kiribû ku li rojhilatê Deryaya Spî xebatên vekolandina sotemenî pêk nîne. Bi taybet li ava Qibrisê.

Josip Borel wiha domand: "Niyeta Tirkiyê ji bo vekolandina sotemenî mixabin ber bi aliyê din ve diçe."

Her wiha yekitiyê ragihand ku ew ê cezayên diyar li kes, berpirsên xebatên vekolandina sotemenî yên ne ruxsetkirî yan jî kesên têkiliyên wan bi van xebatan hene ferz bike.

Lîsteyek navan tê amadekirin dibe ku di civîna wezîrên derve yên ewropî de roja duşemê li Brussels bê pêşkêşkirin.

Ceza wê mîna qedexekirina derbasbûna axa Yekitiya Ewropayê û cemidandina rasîdan. Her wiha deyînkirina pereyan ji kes û kesayetên ku navên wan di lîsteyê de ne qedexe bikin.

(şx)

ANHA