​​​​​​​Çeteyên ser bi Tirkiyê, bajarê Helebê topbaran dikin û Rejîm jî bersîv dide

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bajarê Helebê bi dijwarî topbaran dikin. Gelek top li taxa Heleb El-Cedîde ketin. Hêzên rejîma Sûriyê bersîva êrîşê didin.

​​​​​​​Çeteyên ser bi Tirkiyê, bajarê Helebê topbaran dikin û Rejîm jî bersîv dide
20 ÇILE, 2020   18:46
HELEB

Di vê dawiyê de çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên ku li taxa El-Raşîdîn li bakurê gundewarê Helebê bi cih bûne taxên bajarê Helebê topbaran kirin.

Çavkaniyên agahdar ragihandin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de taxên Heleb El-Cedîde û El-Zehraa bi moşekan topbaran dikin. Her wiha hêzên rejîma Sûriyê nuqteyên çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dora Xan El-Esel û El-Mensûra bi çar moşekên erd-erd û bi topan bersîva topbarana çeteyan dan. 

Her wiha çeteyên artêşa Tirk a dagirker duh bi şev taxa Heleb El-Cedîde topbaran kirin. Di encamê de ciwanek bi navê Mihemed Hiso jiyana xwe ji dest da û zirar gihaştin milkên şêniyan.

(şx)

ANHA