​​​​​​​Du polîs û 4 xwepêşandaran li Iraqê jiyana xwe ji dest dan

Çavkaniyên emnî û tenduristî gotin 6 iraqî di nav de du polîs îro di encama pevçûnên di navbera xwepêşendaran  û hêzên ewlekariyê de jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûn.

​​​​​​​Du polîs û 4 xwepêşandaran li Iraqê jiyana xwe ji dest dan
20 ÇILE, 2020   20:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan diyar kir ku hêzên polîsê gule li xwepêşendaran li qada El-Teyaran li Bexdadê berandin. Di encamê de du bi guleyan birîndar bûn û yê sêyemîn bi bombeyek gazê birîndar bû.

Çavkaniyan gotin polîsan xwepêşendarek din li bajarê Kerbela ya Şîî kuştin.

Şahidên ji Reuters`ê gotin ku xwepêşendaran bombeyên sojer û kevir avêtine hêzên polîsê. Ji aliyê xwe ve hêzên polîsê bi bombeyên gazê û deng bersîva xwepêşendaran dan.

Li bajarê El-Besra jî çavkaniyên emnî gotin erebeyek sivîl di ser du polîsan de çû û ew kuştin. Her wiha diyar kir ku ajokar hewl dida ji cihê pevçûna di navbera xwepêşendaran û hêzên ewlekariyê de dûr bikeve ji ber wê di ser her du endamên polîsan re derbas bûye.

Di gelek deverên din li başûrê Iraqê bi sedan xwepêşendar agir bi tekerên erebeyan vêxistin. Rêyên sereke yên bajarên El-Nasir, Kerbela û El-Emara girtin. Xwepêşendar dibêjin serok wezîran Adil Ebid El-Mihdî sozên xwe neanîne cih di nav de avakirina hikumetek nû ku tevahiya iraqiyan qebûl dike.

Hêzên polîsê yên Bexdadê gotin hêzên wan karîn tevahiya rêyên ku xwepêşendar girtine vekin. 14 endamên wan li nêzêî qada El-Tehrîr birîndar bûne. Birînên hinekan di serî û hestiyan de.

Şahidek ji Reuters got tevgera tirafîkê li ser rêya bilez a di navbera Bexdad û bajarên başûr tev li hev bû. Ji aliyekî din ve berpirsên petrol bibîr xistin ku hilberîn li keştîgehên başûr bi tevliheviyê bandor nebûn.

Xwepêşedanên Iraqê di 1`ê Cotmeha 2019`an de destpê kir. Xwepêşendar ku piraniya wan ciwan in banga guhertina pergala siyasî kirin. Li gorî wan ev pergal fesadî û xizantî di nav iraqiyan de belav dikin. Di van xwepêşendanan de zêdetirî 450 kes jiyana xwe ji dest dane.

(şx) 

ANHA