Tabûra Ermenî Hrant Dînk bi bîr anî

Tabûra Emenî Şehîd Nûbar Ozanyan 13’mîn salvegera qetilkirina Hrant Dînk,  heman mehê 7’mîn salvegera qetilkirina  Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi bîranîn û soza tolhildanê dan.

Tabûra Ermenî Hrant Dînk bi bîr anî
Tabûra Ermenî Hrant Dînk bi bîr anî
Tabûra Ermenî Hrant Dînk bi bîr anî
Tabûra Ermenî Hrant Dînk bi bîr anî
Tabûra Ermenî Hrant Dînk bi bîr anî
Tabûra Ermenî Hrant Dînk bi bîr anî
Tabûra Ermenî Hrant Dînk bi bîr anî
Tabûra Ermenî Hrant Dînk bi bîr anî
19 ÇILE, 2020   14:56
HESEKÊ

Îro Tabûra şervanên Ermenî ya bi navê Şehîd Nûbar Ozanyan, Hrant Dînk ku ji beriya 13 salan ji aliyê sîxurên dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin, bi bîr anî.

Bîranîn bi torena leşkeri destpê kir. Paşê fermandarê tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan, Nûbar Melyonyan bi zimanê Ermenî û Kurdî axivî.

‘Riya Sakîneyan û Hrandan her roniya me ye’

Fermadar Nûbar, Hrant Dînk bî rêzdarî bîr anî û got: “Rêhevalê me Hrant Dînk şoreşgerekî Ermen bû ku li ser heqîqata derxistina komkujiyan meşiya.  Rexmî ewqas gefên dewleta Tirk, dîsa jî li hember gefan serî netewand.  Di heman mehê de li Parîsê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan jî bi rengekî hovane bi destê dewleta Tirk a dagirker wekî Hrant Dînk hatin qetil kirin. Ew rêhevalên me dizanîbûn ku bê bedeldayîn azadiya em bi dest naxin.  Lê wan şoreşgeran tu carî serî li hember hovîtiyê netewandin. Em tu carî şehîdên xwe ji bîr nakin, riya wan riya me ye.”

‘Em ê tola komkujiyan rakin’

Şervana jin ya endama Tabûra Şehîd Nûbar Ozan, Sosin Serkîs ji tekildarî salvegera qetilkirina Hrand Dînk anî ziman ku li ser armanca tine kirina Ermeniyan Hrant Dînk hat qetil kirin û got: “Me hêz û girîngiya rêxistinbûna xwe ji têkoşîn û berxwedana şehîd Hrant Dînk wergirt. Ew jî bû bingeh ji me re û gav avetinên me de cîh girt. Dewleta Tirk a dagirker îro jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li dijî gelan komkujiyan pêk tîne. Li ser tolhildana şehîd Hrant Dînk û Sakîne Cansiz em ê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji warên xwe derxinîn û wan tine bikin. Heya dawî em ê li berxwe bidin û li ser şopa şehîdan emê bimeşin. ”    

Hêjayê bîrxistinê ku gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk, 13 sal berê di 19'ê Çileya 2007’an de li Stenbolê ji aliyê tetîkêş Ogun Samast ve hat qetil kirin. Di heman mehê de jî yek ji damezrenerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetil kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5rWRXL9y91E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>