Cenazeyê şehîd Nesir li Reqayê hate veşartin

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSD`ê Abdulqadir Esfer oxir kirin. Her wiha nasnameya şehîd Hemîd El-Xelef ku di Berxwedana Rûmetê şehîd bûbû, hate ragihandin.

Cenazeyê şehîd Nesir li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Nesir li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Nesir li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Nesir li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Nesir li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Nesir li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Nesir li Reqayê hate veşartin
19 ÇILE, 2020   14:30
REQA

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê beşdarî bi merasîmekê veşartina cenazeyê şervanê QSD`ê Abdulqadir Esfer (Nesir) ku di dema pêkanîna erkeke leşkerî li bajarê Reqayê de şehîd bû, oxir kirin. Her wiha Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd Hemîd El-Xelef (Kawa) ku di Cotmeha sala borî di Berxwedana Rûmetê de li derdorê bajarê Girê Spî şehîd bû, ragihand.

Merasîma oxirkirinê li goristana şehîdan a li gundê El-Hikumiyê yê bakurê Reqayê li dar ket û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre toraneke leşkerî ji aliyê şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) ve hate lidarxisit.

Ji fermandarên Meclîsa leşkerî ya Reqayê Arif Ebo Ebdo axivî û îşaret bi fedekariyên şervanên QSD`ê yên li eniyên şer kir. Her wiha diyar kir ku şervanên QSD`ê li hemberî êirşên barbarî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê û El-Nusrayê, bendekî xurt ava kirine. Arif her wiha teqez kir ku dê heta rizgarkirina hemî herêmên dagirkirî, rêya şehîdan bişopînin.

Yek ji endamên rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqayê Nadiya Ehemd jî sersaxî da malbata şehîdan û diyar kir ku şehîdan bi fekekariyên xwe rêya azadî û rûmetê ji nifşên bên re, xêz kirin.

Piştre endama rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan Emîne El-Elî wesîqeta şehîd Nesir xwend û nasnameya şehîd Kawa ragihand û her du wesîqe radestî malbatên şehîdan kir.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Nesir di nava dirûşmeyan de hate veşartin.

(cx)

ANHA