Li Hesekê ji bo 15 şehîdan merasîmek pêk hat

Cenazeyê şehîd Îsmaîl El-Misto (Sexir Til Hemîs) bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar hate veşartin. Di merasîmê de nasnameyê 14 şervanên QSD‘ê ku di Pêngava Tunekirina Terorê  li gundê Baxozê şehîd bibûn hatin eşkerekirin.

19 ÇILE, 2020   15:39
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarê wê cenazeyê şehîd Îsmaîl El-Misto (Sexir Til Hemîs) ji ber pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajar wergirtin û bi kerwanekê ji dehan erebeyan pêk dihat ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên QSD‘ê ve hate lidarxistin. Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û malbatên şehîdan Hisên El-Elî axivî.

El-Elî destpêkê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Şehîd çavkaniya serkeftin û azadiyê ne û meşeleyên ber bi demokrasiyê ve ne. Bi saya keda şehîdan me azadiya xwe bidest xist. Em gelên herêmê bi Kurd, Ereb û Suryan ji bo azadiyê xwe me xwîn da. Tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê li ser xeta şehîdan bimeşin û li rex hev şerê dijim bikin."

Bi navê Hêzên Leşkerî, fermandarê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Sayil El-Zobai axivî, soza şopandina rêya şehîdan da û got: "Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî dijmin şer kir bi saya wan em li hemberî dîktatoran biser ketin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo jiyaneke azad û bi rûmet bidomînin."

Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehîd Sexir Til Hemîs xwend û radestî malbatê kir.

Her wiha nasnameyê 14 şervanên QSD‘ê ku sala borî di şerê rizgarkirina Baxozê ji çeteyên DAIŞ‘ê de şehîd bibûn hate ragihandin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne: Siûd Marûf (Hanî Hesekê), Beşar Silêman (Egîd Hesekê), Mihemed Arif El-Faris (Egîd), Samir El-Ubeyd (Agirê Hesekê), Mihemed Hiso (Dilşêr Hesekê(, Qasim Elolo (Rojhat Hesekê), Hesen Kîatan (Mihemed Hesekê), Ebdulletîf Eyo (Lorens Amed), Mihemed Sewas (Alan Hesekê), Iyad Derwîş (Dilovan Hesekê), Beşar Berko (Dêrsim Hesekê), Fadî Xilêf (Zagros), Esed El-Nezal (Alan Xabûr), Ednan El-Salih (Bahoz Til Birak).

Piştre girseya gel di nava dirûşmeyan cenazeyê şehîd Sexir spartin axê.

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aqCxg_rWCJI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>