‘Çekdar bi şehadeta xwe findek pê xist û rêya azadiyê ronî kir’

Malbata şehîd Çekdar serbilindiya xwe bi şehadeta lawê xwe anî ziman û got "Wî bi şehadeta xwe findek pê xist û rêya azadiyê ji me re ronî kir û em ê li ser rêça wî û hevrêyên wî bimeşin.”

 ‘Çekdar bi şehadeta xwe findek pê xist û rêya azadiyê ronî kir’
 ‘Çekdar bi şehadeta xwe findek pê xist û rêya azadiyê ronî kir’
 ‘Çekdar bi şehadeta xwe findek pê xist û rêya azadiyê ronî kir’
 ‘Çekdar bi şehadeta xwe findek pê xist û rêya azadiyê ronî kir’
19 ÇILE, 2020   13:52
QAMIŞLO

Îro pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo berê xwe da konê sersaxiyê yê li gundê Girê Mergê û sersaxiya malbata şehîd Qusey El-Meyah (Çekdar) ê ku di 10`ê Kanûnê de li kampa Holê şehîd bûbû, kir.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîd û alên QSD`ê hat xemilandin. Di merasîmê de endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Suleyman Bedir, endama Kongreya Star Ibtîsam Hemade û endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Abdullah Xelîl axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Axaftvanan piştrast kir ku bijarteya yekane ya têkbirina çete û dewleta Tirk a dagirker ku gelek parçe ji xaka Sûriyê dagir kirine, berxwedan e.

Axêveran yekitiya pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kirin û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe yên domdar armanc dike ku vê yekitiyê derb bike.

Kurê apê şehîd Çekdar Mihemed El-Meyah destnîşan kir ku ew bi şehadeta Çekdar serbilind in û wiha axivî: "Çekdar bi şehadeta xwe ji me re findek pê xist û rêya azadiyê ronî kir. Em ê rêya wî û hevalên wî bişopînin."

 (cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BP0ZBW-iIhE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>