Şêniyên Helebê şehîd Mihemed Hisên oxir kir

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Hisên li Goristana Şehîdan a gundê Pino yê herêma Şiqeyêf spart axê.

Şêniyên Helebê şehîd Mihemed Hisên oxir kir
Şêniyên Helebê şehîd Mihemed Hisên oxir kir
Şêniyên Helebê şehîd Mihemed Hisên oxir kir
Şêniyên Helebê şehîd Mihemed Hisên oxir kir
Şêniyên Helebê şehîd Mihemed Hisên oxir kir
Şêniyên Helebê şehîd Mihemed Hisên oxir kir
Şêniyên Helebê şehîd Mihemed Hisên oxir kir
19 ÇILE, 2020   13:38
HELEB

Bi sedan şênî li pêş Nexweşxaneya Xalid Fecir a Şêxmeqsûda Xerbî kom bûn ku beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyên endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Hisên bibin ê ku di 18’ê Çileyê de şehîd bûbû.

Karwan ji pêş Nexweşxaneya Xalid Fecir dest pê kir û li nava kolanên taxê tevî dirûşmên silavkirina şehîdan, geriya û ber bi Goristana Şehîdan a li gundê Pino kete rê.  Li goristanê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn toraneke leşkerî li dar xist.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ferîda Hisên axivî û sersaxiya malbata şehîd Mihemed Hisên kir.

Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Abdullah soza şopandina rêça şehîdan, parastina tevahî pêkhate û dabînkirina ewlehî û aramiyê da.

Pismamê şehîd, Ehmed Suleyman jî li ser taybetmendiyên şehîd Mihemed Hisên têkoşîna wî ya pêkanîna destkeftiyên gel û berxwedana parastina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê axivî.

Piştî wê wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatî şehîd hat kirin û di nava tilîlî û dirûşman de cenazeyê şehîd spartin axê.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XRRBwo2irgg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>