Ji bo piştgiriya gelê Rojava li Almanyayê pêşangehek li dar ket

Bi beşdarbûna gelek şêwakarên Kurd û ewropî ji bo piştgiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li bajarê Krefeld ê Almanyayê pêşangeha hunera şêwekarî dest pê kir.

Ji bo piştgiriya gelê Rojava li Almanyayê pêşangehek li dar ket
Ji bo piştgiriya gelê Rojava li Almanyayê pêşangehek li dar ket
Ji bo piştgiriya gelê Rojava li Almanyayê pêşangehek li dar ket
Ji bo piştgiriya gelê Rojava li Almanyayê pêşangehek li dar ket
Ji bo piştgiriya gelê Rojava li Almanyayê pêşangehek li dar ket
Ji bo piştgiriya gelê Rojava li Almanyayê pêşangehek li dar ket
Ji bo piştgiriya gelê Rojava li Almanyayê pêşangehek li dar ket
Ji bo piştgiriya gelê Rojava li Almanyayê pêşangehek li dar ket
Ji bo piştgiriya gelê Rojava li Almanyayê pêşangehek li dar ket
19 ÇILE, 2020   11:12
NAVENDA NÛÇEAYAN

Bi navê "Hûn ne bi tenê ne" ji bo piştgiriya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh bi beşdarbûna gelek hunermendên şêwekar ên Kurd û ewropî, pêşangeha hunera şêwekariyê dest pê kir.

Pêşangeh li rawestgeha metroyê ya bajarê Krefeld ê Almanyayê bi tevlêbûna 18 şêwekarên Kurd û 22 şêwekarên ji Swîsre, Almanya, Denmark, Fransa û Awisturyayê tê lidarxistin.

Di merasîma vekirina pêşangehê de parlamaterê Alman Ufa Schulma û nûnerên rêxistina mafên mirovan û rêxistina mafên penaberan, Wezareta Çandê ya Almanyayê û hejmarek ji saziyên sivîl ên Alman amade bûn.

Di pêşangehê de dê bi dehan tabloyên ku şêwekaran ji bo piştgiriya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xêz kirine, dê werin nîşandan. Di tabloyan de şoreşa ku 8 sal e li dar e û rewşa herêmê guherand , her wiha berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ`ê tê nîşandan.

Hunermend Cîhan Mihemed ku tev li pêşangehê bûye, wiha ji ajansa me ANHA`yê re axivî: "Em silav û hezkirinên xwe ji gelê xwe yê Rojava re dişînin. Bi navê min û bi navê komeleya ‘Reng Art’ em dibêjin hûn ne bi tenê ne. Hebûn û tunebûna me dê bi hev re be."

Pêşangeh dê heta 22`yê Çileyê dewam bike.

(cx)

ANHA