Li Iraqê xwepêşandan û girtina rêyan didomin

Li Iraqê xwepêşandan û bûyerên ewlehiyê û qutkirina rêyan dewam dikin. Xwepêşandêran qada balafirgeha li navenda Bexdayê girt, di demekê de ku bangên bilindkirina asta xwepêşandanan hene.

Li Iraqê xwepêşandan û girtina rêyan didomin
19 ÇILE, 2020   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyeke Iraqê ya ewlehiyê ji Someriyê News re wiha got: "Xwepêşandêran hemû rêyên diçin qada balafirgehê li navenda Bexdayê girtin. Hêzên ewlehiyê avêtina bombeyên deng û gazê li dijî xwepêşandêran didomînin."

Li gorî xwepêşandêran ku çalakiyên girtina rêyan, bersiva avêtina gaza rondikrêj û reşandina guleyan li dijî xwepêşandêran e.  Her wiha li bajarên naverasta Iraqê û başûr xwe amade dikin da ku xwepêşandanên mezintir li dar bixin û bersiva daxwazên xwepêşandêran pêk werin.

Xwepêşandêran pirên sereke li Zîqar girtin û agir bi dolaban xistin da ku xwepêşandanên li dijî partiyên desthilatê zêde bikin. Çavkaniyên ewlehiyê yên dewletê diyar kir ku xwepêşandêran duh agir bi navenda hêzên Hizbullahê lê Iraqî li nêzî pira Iskan a li parêzgeha Necefê xist.

Xwepêşandêran bi pêxistina agir bi dolaban deriyê sereke yê balafirgeha Necefê ya navneteweyî girt, her wiha komên din deriyên daîreyên hikumetê li parêzgehê girtin da ku nehêlin karmend biçin daîreyên xwe.

Tevgera gel li Iraqê bang kir ku di 20`ê Çileyê de dakevin qadan.

Li aliyekî din rojnameya El-Sebah li ser zimanê parlamenterê Koalîsyona Saîrûn Riad Siûdiyê wiha ragihand: "Hêzên siyasî êdî îqna bûn ku girîngiya hilbijartina kesayeta guncaw ji pêvajoyê re pêwîst e û ne li gorî berjewendiyên partiyên siyasî be."

 (jo)