Rojnameyek: Tirkiyê di alîkardayîna zindîkirina DAIŞ‘ê de tewanbar e

Rojnameya Morning Star a Brîtanyayê got: " Dewleta Tirkiyê niha di alîkdardyîna zindîkirina DAIŞ’ê li Lîbyayê de tewanbar e. Tundrewên ji Sûriyê dişîne Lîbyayê da ku destekê bibde hikumeta El-Wîfaq."

Rojnameyek: Tirkiyê di alîkardayîna zindîkirina DAIŞ‘ê de tewanbar e
18 ÇILE, 2020   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameyê, piştî çend rojan ji hişyariyên ku qiralê Urdinê Melek Abdullah El-Sanî beriya lidarketina kongreya NATO’yê  dabû, çeteyên DAIŞ’ê li Lîbyayê ne û dê ji peravên Ewropayê ve nêz in.

Rojnameyê li ser zimanê qiralê Urdinê wiha ragihand: "Bi hezaran çekdar ji Idlibê ya Sûriyê bi rêya sînorê bakur re derketin û gihiştin Lîbyayê û ev tişt li ser herêma me girîng e."

Di rojnameyê de hate diyarkirin ku êdî her kes dizane ku nêzî 2 hezar çete yên ku dewleta Tirkiyê şandine Lîbyayê ku ji cur bi cur komên tundraw ên bi piştevaniya dewleta Tirkiyê li Sûriyê hene.

Rojnameyê eşkere kir ku hikumeta El-Wîfaq bi rêya peymana bi dema 6 mehan tevî soza hemwelatiya Tirkiyê piştevaniya van çeteyan dike.

Dewleta Tirkiyê, kirînerê yekemîn a petrola ku di bin serweriya DAIŞ’ê li Iraqê bû. Di heman demê de Rûsya, serokkomarê Tirkiyê û malbata wê bi sûdweriya kesayetî ji bazirganiya petrolê di dawiya 2015’an de tewanbar kir.

Rojnameyê rapora xwe bi dawî kir ku hêzên dewleta Tirkiyê, piştevaniya çete û perwerde dide  DAIŞ û komên tundraw ên dîtir.

(fr)