Efrîniyên li Şehbayê: Divê dewleta Tirk ji Efrînê derkeve

Şêniyên kantona Efrînê yên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber kampa Berxwedan a kantona Şehbayê bûn ji bo şermezarkirina êrişên Tirkiyê yên li ser kantona Efrînê di salvegera dagirkirinê ya duyamîn de meşiyan.

Efrîniyên li Şehbayê: Divê dewleta Tirk ji Efrînê derkeve
Efrîniyên li Şehbayê: Divê dewleta Tirk ji Efrînê derkeve
Efrîniyên li Şehbayê: Divê dewleta Tirk ji Efrînê derkeve
Efrîniyên li Şehbayê: Divê dewleta Tirk ji Efrînê derkeve
Efrîniyên li Şehbayê: Divê dewleta Tirk ji Efrînê derkeve
Efrîniyên li Şehbayê: Divê dewleta Tirk ji Efrînê derkeve
Efrîniyên li Şehbayê: Divê dewleta Tirk ji Efrînê derkeve
18 ÇILE, 2020   15:03
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên bajêr ên ku di Kampa Berxwedan de dimînin li qada sereke ya kampê kom bûn. Şêniyan şaxên zeytûnê, wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsên `Na ji guhertina demografîk re`, `Bi komkujiyên xwe hûn nikarin xewnên pêşeroja me tune bikin` û `Na ji dagirkeriya Tirkiyê re` hildan.

Meş ji qada kampê li gel berzkirina dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û Berxwedana Rûmetê destpê kir. Şêniyan heya Parka Zarokan a di nav kampê de meşiyan.

Meş li ber parkê rawestî û veguherî mitîngê. Paşê bi navê Saziya Gaziyan Gîvara Şoreş axivî û got: "Beriya du salan mîna vê rojê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî kantona Efrînê kir. Artêşa Tirk a dagirker bi rêya binpêkirinên xwe li dijî niştecihên kantona Şehbayê dixwaze vîna gel û berxwedana kampan bişkîne."

Gîvara Şoreş diyar kir ku divê şêniyên Efrînê asta bexwedana xwe mezin bikin heya bigihêjin azadiyê û dagirkerî ji Efrînê derxînin.

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Meclisa Kampa Berxwedan Nesrîn Şabo destnîşan kir ku berxwedana şêniyên Efrînê di radeya yekemîn de ji bo Efrînê ye.

Nesrîn wiha domand: "Bi saya fedekariyên şehîdan û felsefeya Rêber Ocalan gelê Kurd gihaştiya vê astê ji pêşxistina têkoşîna rizgariyê."

Di dawiya meşê de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şanoyek girêdayî berxwedana YPG, YPJ û QSD`ê li dijî terora DAIŞ û dagirkeriya Tirk pêşendan.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdem û Rûmetê.

(şx)

ANHA