Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê mayînek bêbandor kir

Tîmên endezeyê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Ebû Xeşeb gundewarê bajarê Dêrazorê mayînek ji bermahiyên şer bê bandor kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê mayînek bêbandor kir
18 ÇILE, 2020   15:10
DÊRAZOR

Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şêniyekî ji bajarokê Ebû Xeşeb yê girêdayî gundewarê Dêrazorê wan agahdar kiriye ku cismek ne diyar li ser rêya giştî ya  bajarokê heye.

Li ser wê dewriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi koordîne û tevlibûna pisporên mayînan berê xwe dan cihê guman a li nêzî Pira Ebû Xeşeb.

Hêzê li wê deverê rê girt û yekîneyên endezeyê dest bi karê xwe kir. Piştre mayînek bi pîvana 40 kg bê bandor kir.

(şx)

ANHA