Li Tebqayê sersaxiya malbata şehîd Mihemed Selame

Bi sedan şêniyên bajarê Teqayê sersaxiya malbata şehîd Mihemed Selame kir û piştrast kir ku li ser rêça şehîdan in û dê li hember dewleta Tirk a dagirker li xaka Sûriyê li ber xwe bidin.

Li Tebqayê sersaxiya malbata şehîd Mihemed Selame
Li Tebqayê sersaxiya malbata şehîd Mihemed Selame
Li Tebqayê sersaxiya malbata şehîd Mihemed Selame
Li Tebqayê sersaxiya malbata şehîd Mihemed Selame
18 ÇILE, 2020   13:24
TEBQA

Îro şandeyek ji şêniyên bajarê Tebqayê bi beşdariya endamên komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya Tebqayê sersaxiya malbata şehîdê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Mihemed Selame (Nemir Tebqawî) kir. Merasîma sersaxiyê li gundê Hûra yê li bejahiya bajarê başûr-rojhilatê Tebqayê li dar ket.

Di merasîma sersaxiyê de, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Mûsa Osman bal kişand ser qurbaniyên ku lehengên QSD’ê li eniyên şer ên li dijî dewleta Tirk a dagirker, DAIŞ û Cebhet El-Nusra de dane û soz şopandina rêça şehîdan û berxwedana li hember dagirkeriyê da.

Ji aliyê xwe ve jî cîgirê hevserokatiya Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl Cemal Nihêtir piştrast kir ku dijminatiya dewleta Tirk, tevahî qanûn û mîsqaên navdewletî bi dagirkirina parçeyên ji dewleteke dîtir bin pê kirin û bang li civaka navdewletî kir ku sînorekê ji binpêkirina dewleta Tirkiyê re deynin û dagirkeriyê bi dawî bikin.

Şehîd Mihemed Selame di dema derbasbûna artêşa dewleta Tirka dagirker û çeteyê wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra ya derdora bajarokê Eyn Îsayê bi çend rojan şehîd bûbû.

 (fr)

ANHA