Şêniyên Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Erîc û Ferhad re xwestin

Sedan şêniyên bajarê Minbicê sersaxî ji malbata şervan Cîhan Ebdilrehman (Erîc Minbic) û şehîd Yûsif Mihemed Docî (Ferhad Minbic) re ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûn, xwestin.

Şêniyên Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Erîc û Ferhad re xwestin
Şêniyên Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Erîc û Ferhad re xwestin
Şêniyên Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Erîc û Ferhad re xwestin
Şêniyên Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Erîc û Ferhad re xwestin
Şêniyên Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Erîc û Ferhad re xwestin
Şêniyên Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Erîc û Ferhad re xwestin
Şêniyên Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Erîc û Ferhad re xwestin
18 ÇILE, 2020   13:04
MINBIC

Di merasîma sersaxiyê de endamên saziyan, komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê û gelek şêniyên bajarê Minbicê amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Nayîf Hesen axivî û wiha got: "Ji bo ku welat azad bibe û gelê me bi rûmet bijî, şehîd canê xwe feda dikin."

Hesen wiha domand: "Şehîd tiştê herî giranbuha pêşkêşî me û welat kir"

Her wiha fermandara Meclisa Leşkerî ya Minbicê Roj Minbic  jî axivî û wiha got: "Em sersaxiyê ji malbata şehîd Erîc ku di serdema tekoşîna li dijî çeteyên DAIŞ`ê tekoşiya, dixwazin  û ji malbata şehîd Ferhad re daxwazin, wan rêya me ronî kir."

Paşê endama rêveberiya di rêveberiya meclisên herêmî Zelîxe Ibrahîm axivî û wiha got: "Li ber meziniya şehîdan em nikarin biaxivin, şehîdan ji canê xwe pira azadiyê çêkirin û bi xwîna xwe ronahiya nifşên nû çêkirin."

Merasîm bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana şehîdan û Berxwedana Rûmetê bidawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9fC0Al2SVTQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>