Civînên têkildarî agirbesta li Lîbyayê bê lihevkirin bi dawî bû

Civînên li Moskowyê yên derbarê agirbesta li Lîbyayê de bêyê ku ti lihevkirin pêk werin bi dawî bû.

Civînên têkildarî agirbesta li Lîbyayê bê lihevkirin bi dawî bû
13 ÇILE, 2020   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li avahiya Wezareta Derve ya Rûsyayê ya li Moskoveyê derbarê agirbestê ji bo Lîbyayê de civîn di navbera wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û wezîrê Parastina yê Rûsyayê Shoygo,  wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çawîşogul û wezîrê Parastina yê Tirkiyê Helûsî Akar parastinê yên Rûsya û Tirkiyê pêk hatin.

Şêwirmendê Ragihandina Serokê Parlamantoya Lîbyayê Eqîle Salih, Hemîd Safî ragihand ku "Danûstandin bi dawî bû bêyî ku lihevkirin pêk werin."

Lîbyayê Hemîd Safî  anî ziman ku civîn tek tek bi hemû aliyan ve re pêk tê, heta niha ti hevdîtineke rasterast bi Fermandarê Artêşa Netewî ya Lîbyayê û Serokê Hikûmeta Demkî re çênebûne."

Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya rojhilatê Lîbyayê Ebdulhadî El-Hiwêc bi bîr xist ku "Artêşa Netewî ya Lîbyayê ji derdora Terablusê venakişe. Lihevkirina agirbestê nayê wateya pêkanîna aştiyê." El-Hiwêc beşdarbûna aliyên Tirkiyê di danûstandinan de red kir.

Serokê Rûsya Putin û yê Tirkiyê Erdogan di civîna xwe ya dawî de banga agirbestê li aliyên lîbî kiribûn. Lê aliyên Lîbyayê ev bang red kirin.