‘Mixabin hin alî xizmeta dagirkeriyê dikin’

Endamê Komîteya Têkiliyên Karê Derve yê Rêveberiya Xweser şaxê Ewropa Ehmed Şêxo got: “Me xwest yekîtiya Kurdan ji Rojavayê Kurdistanê dest pê bibe. Lê mixanbin hinek alî xizmeta dagirkeriyê dikin.”

‘Mixabin hin alî xizmeta dagirkeriyê dikin’
14 ÇILE, 2020   05:20
KOBANÊ-SAMIR OSMAN

Ji beriya 97 salan dewletên kapîtalîst nexşeya Rojhilata Navîn ji bo berjewendiyên xwe parçe kirin. Dewleta Tirk a dagirker jî dixwaze di nexşeya nû de gelek tiştên ku dewleta Osmanî beriya 100 salan plan dikir pêk bîne. Dewleta Osmanî dixwest li ser rijandina xwîna gelên herêmê desthilatdariya xwe berfireh bike û niha dewleta Tirk dixwaze xeyalên wan pêk bîne.

Siyaseta dagirkeriya dewleta Tirk di Sûriyê û welatên cîran de diyar dibe, nexasim welatên wekî Lîbyayê. Lewma siyasetmedar û çavdêr siyaseta Tirkiyê wekî dubarekirin û berfirehkirina dagirkeriyê bi nav dikin.

‘SIYASETA TIRKIYÊ HEWLDANA DUBAREKEIRINA SIYASETA OSMANIYAN E’

Di vê çarçoveyê de endamê Komîteya Têkiliyên Karê Derve yê Rêveberiya Xweser ê şaxê Ewropa Ehmed Şêxo ji ajansa me re axivî.

Şêxo di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Armanca Tirkiyê tenê dagirkerî û dubarekirina siyaseta Osamaniyan e. Dewleta Tirk ne tenê dijminahiya gelê Kurd dike. Her kes bi siyaseta dewleta Tirk eyan e. Bi taybet gelên herêmê bi şoreşên li dijî Osmaniya rastiya wan dîtin. Gelên herêmê rastiya Osmaniyan baş dizanin.”

‘DEWLETA TIRK DIXWAZE LI SER HESABÊ GELAN BERJEWENDIYÊN XWE BIDEST BIXE’

Şêxo diyar kir ku siyaseta îro dewleta Tirk dide meşandin, siyaseta li ser hesabên gelên herêmê ji nûve avakirina Împaratoriya Osmanî ye. Şêxo got: “Tê zanîn ku beriya niha Osmaniyan heman siyaset didan meşandin û bi milyonan gelên herêmê ji bo berjewendiyên  xwe qetil kirin. Erdogan xwe wekî sultanê civaka Îslamê bi nav dike û bi vê yekê siyaseta xwe dide meşandin. Projeya dewleta Tirk dagirkeriye û hemû gelan rastiya dagirkeriya dewleta Tirk fêm kirine.”

Şêxo girêdayî rewşa hundirîn a dewleta Tirk wiha axivî: “Dewleta Tirk, gelên ku li dijî siyaseta wî derdikevin wan diçewisînin. Gelek dewlet hene ku dewleta Tirk dixwaze wan dagir bike. Bilqan, dewletên Ereban û gelek welatên din ên ku berî niha Osmaniyan ew dagirkiribûn.”

‘YEKÎTÎ DIKARE DAGIRKERIYÊ BISEKINÎNE’

Ehmed Şêxo girêdayî giringiya yekîtiya gelê Kurd wiha got: “Siyasetmedar yekîtiya kurdî wekî sekinandina êrişên li dijî Kurdan dibinin. Bi taybet êrişên dewleta Tirk. Gelê Kurd wekî gelên din e, heke li hev kirin ew ê bigihêjin armaniyê û azadiya xwe jî misoger bikin. Lewma dewletên derve destwerdanê dikin û lihevkirina partiyên kurdî asteng dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek bangên misogerkirina yekîtiya kurdî hatin kirin. Em jî banga yekîtiya kurdistanî dikin, lê me xwest ji Rojavayê Kurdistanê dest pê bibe.”

Şêxo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mixabin hinek alî xizmeta dagirkeriyê dikin û Kurdan parçe dikin. Em bang li partiyên kurdî dikin ku di vê pêvajoya hesas de yekîtiya xwe ava bikin.”

(eh)

ANHA