Di rojekê de 104 welatî vegeriyan Rojava

104 welatiyên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di deriyê Sêmalkayê re vegeriyan warê xwe.

Di rojekê de 104 welatî vegeriyan Rojava
Di rojekê de 104 welatî vegeriyan Rojava
Di rojekê de 104 welatî vegeriyan Rojava
Di rojekê de 104 welatî vegeriyan Rojava
13 ÇILE, 2020   16:24
QAMIŞLO

Ji welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Serêkaniyê û Girê Spî koçberî Başûrê Kurdistanê bibû 104 kes îro di deriyê Sêmalkayê re vegeriyan warê xwe.

Endamê Buroya Koordînekirina Têkiliyan ê Deriyê Sêmalkayê Mihemed Sibêh Silêman ji ANHA‘yê re got: "104 kes li gorî 4 beşan ji kampa Berdereş vegeriyan. Piraniya wan ji Qamişlo, Tirbespiyê, Hesekê, Amûdê û Serêkaniyê bûn."

Ji piştî êrişên artêşa Tirk dagirker a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve heta niha 4 hezar û 700 kes, ku piraniya wan jin, zarok û kesên bi temem in ji kampa Berdereşê yê li Başûrê Kurdistanê vegeriyan Rojava.

ANHA