Cenazeyê şehîd Ebas û Ridwan bi merasîmekî girseyî hatin veşartin

Bi merasîmekê girseyî cenazeyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebas û Ridwan ên ku di êrişa balafira bê mirov a dewleta Tirk a li ser navçeya Tirbespiyê de şehîd bibûn hatin veşartin.

13 ÇILE, 2020   15:54
QAMIŞLO

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebas Ebas û Ridwan El-Hemîdî duh di bombebarana balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Dugurê yê Tirbespiyê şehîd bibûn.

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo cenazeyê herdu şehîdan wergirtin û bi kerwanekê ber bi Girostana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo ve bi rê ketin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Îdan El-Efînî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Dema em ji jiyanê hez bikin em ji welat hez dikin. Yên ji welat hez neke ne layîqî jiyanî ye. Tevî şertên dijwar ên jiyanê têkoşîn bi hemû nirxên dîrokî û manewî tijî ye. Li ser vê yekê em soz didin tevahî şehîdên xwe ku têkoşînê berdewam bikin heta hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah axivî, berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet malbatên şehîdan silav kir û got: "Em bejna xwe li hemberî fedekariya şehîdan ditewînin, sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Şehîd Ebas û Ridwan ji pêkhateyên Kurd û Ereb in ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatin hedefkirin. Şehadeta wan piştrast dike ku armanca Tirkiyê têkbirina jiyana hevbeş a pêkhateyan herêm û projeya wê ya demokratîk e."

Asya destnîşan kir ku dîroka dewleta Tirk a dagirker bi komkujî û pişaftina gelan û guhertina demografyaya herêmên dagirkirine tijî ye û got: " Dagirkeriya Tirk di sedsala 21‘ê de li pêşberî cîhanê komkujiyan li dijî gelê ku mezintirin rêxistin teror a cîhanê têk bir, pêk tîne. Tirkiyê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir."

Asya, bang li dewlet û hêzên ku banga yekitî û serweriya xaka Sûriyê dike, di serî de rejîma Sûriyê û alîgirê wê Rûsyayê, kir ku helwesta xwe ya li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê zelal bikin.

Di berdewama axaftina xwe de Asya Abdullah got: "Mafê me ye li ser xaka xwe bi aştî û aramî bijîn. Ji ber di şerê li dijî çeteyên DAIŞ û dagirkeriya Tirk de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê me zêdeyî 11 hezar şehîd dan da ku bi azadî li xaka xwe bijîn."

Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah wiha dawî li axaftina xwe anî: "Berxwedana me berdewam e heta serkeftin pêk were. Em li her deverî têkoşînê mezin bikin û hemberî êrişan bisekinin. Em ê li ber xwe bidin heta dagirkeriya Tirk li ser xaka me têk biçe."

Piştre nasnameyên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên herdu şehîdan hatin veşartin.

ANHA