​​​​​​​Xebata roja yekem a civîna salane ya Rêveberiya Xweser bi dawî bû

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa siyasî û xebatên xwe yên sala 2019‘an de nirxand û plansaziya salan nû danî.

​​​​​​​Xebata roja yekem a civîna salane ya Rêveberiya Xweser bi dawî bû
​​​​​​​Xebata roja yekem a civîna salane ya Rêveberiya Xweser bi dawî bû
​​​​​​​Xebata roja yekem a civîna salane ya Rêveberiya Xweser bi dawî bû
​​​​​​​Xebata roja yekem a civîna salane ya Rêveberiya Xweser bi dawî bû
13 ÇILE, 2020   15:29
REQA

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane li dar xistin. Nûnerên tevahî deste û buroyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokên 7 rêveberiyên xweser û sivîl û nûnerên deste û buroyên wê, her wiha seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di civînê de amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Bendên rûniştina yekemîn a civînê ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhlatê Sûriyê Ebd Hamid El-Mihbaş ve hate xwendin, ku nirxandina ji rewşa siyasî, nirxandina karên rêveberiyên xweser ên sala 2019‘an, planên dema bê û nirxandina xebata Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.

Di nirxandina rewşa siyasî de beşdaran bal kişandin ser êrişên artêşa Tirk a dagireker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya cîhanê ya li hember sûcên dagirkeriyê. Beşdaran ev bêdengî wekî xaleke reş li ser eniya mirovaniyê û civak navdewletî bi nav kirin.

Beşdaran îşaret bi dûrxistina beşek ji şêniyên Sûriyê ji komîteya bingehîn a destûra Sûriyê kiririn, hate gotin ku ev yek aloziyê kurtir dike.

Her wiha beşdaran bal kişand ser mijara diyalogên di navbera rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û destnîşan kirin ku diyalog heta niha negihaştine ti encamê ji ber ku rejîm di zihniyeta xwe de bi israr û dixwaze rewş vegerîna mîna berê.

Di nirxandinên beşdaran de girîngiya diyalogên navxweyî hate destnîşan kirin, hate gotin ku diyalogên Sûrî-Sûrî rêya xelaskirina Sûriyê ji aloziyê ye.

Seroka Meclisa Rêveber a MSD‘ê Îlham Ehmed di nirxandinên xwe yên derbarê rewşa siyasî de got: "Dema Tirkiyê êrişî herêmên me kir, gelek kes di wê qenatê de bûn ku dê her tişt têk biçe çi Rêveberiya Xweser be û çi jî QSD‘ê be. Helwesta navnetewî ya der barê van êrişan de cûda bûn. Lê rewş berovajî qenaetên wan derketin, ji ber ku Rêveberiya Xweser xurtir bû û QSD‘ê ya destekeke berfireh a gel wergirt li hemberî Tirkiyê li ber xwe dan, ev yek encamên erênî li ser têkiliyên me yên bi hin dewletan re kir."

Îlham Ehmed anî ziman ku dewleta Tirk bi taybet Rêveberiya Xweser dike hedef, ji ber ku rêveberî  dikare guhertineke demokratîk li Sûriyê pêk bîne û Sûriyeke nû ava bike. Lew ra gelek caran hewl da bighêje navenda rêveberiyê ya li Eyn Îsayê ye.

Piştî axaftina Îlham Ehmed kar û xebatên Rêveberiya Xweser ên sala 2019‘an hatin nirxandi, serkftinên ku rêveberiyê pêk aniye, astengiyên ku li pêşiya karê wê derketin hate destnîşankirin. Hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê rewşeke mirovî dijwar û koçber bi xwe re anî.

Nêrînên piraniya beşdaran li ser girîngiya pêşxistina hemû beşan bû ku bandoreke erênî li ser rewşa jiyanî ya şêniyan bike.

Her wiha plnsaziya dema bê hate dayîn. Ji wan pêşxistina rewşa tenduristî, xizmetguzarî, perwerde, çandinî û amadekirina projeyên stratejîk.

Civîn dê sibe bi nirxandina projeyên rêveberiyê yên sala nû dewam bike û bi encamnameyekê bi dawî bibe.

ANHA