Li Îranê xwepêşandan di roja sêyemîn de didomin

Xwepêşandanên Îranê di roja sêyemîn de dewam dikin. Îro bi sedan welatiyên Îranê li paytext Tehranê kom bûn û berteka xwe ya ji ber mikurhatina artêşê der barê xistina balafira Ukraynayê de anî ziman.

Li Îranê xwepêşandan di roja sêyemîn de didomin
13 ÇILE, 2020   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber xistina balafira Ukraynayê ku tê de 176 rêwî û jê xwendekarên ji Îranê jî hebûn, bi dehan welatiyên Îranê li zanîngeheke Tehranê kom bûn û slogana "Nûnerên me kuştin û ew bi oldaran guhertin" berz kirin.

Her wiha gelek xwepêşandanên din li bajarê Kerman ku bajarê fermandarê Feyleq Quds a girêdayî Artêşa Pasdar a Îranê Qasim Suleymanî ye ku vê dawiyê di êrişa Amerîkayê de li Iraqê hate kuştin, hatin birêxistinkirin. Xwepêşandêrên Kermanê daxwaza çûyîna Elî Xaminey kir û slogana "Mirin ji Wîlayeta Feqîh re, ji ber van sûcan" berz kirin.

Malpera Îran International destnîşan kir ku hêzên ewlekariyê gule li xwepêşandêrên ku îro beşdarî veşartina cenazeyên qurbaniyên balafira Ukraynayê li Tehranê û bajarên din bûne, reşandin û gelek kes birîndar kirin.

Piştî çend saetan ji avêtina moşekan li dijî baregehên Amerîkayê ji ber kuştina Qasim Suleymanî, Tehran li xwe mikur hat ku wê balafira rêwiyan a Ukraynayê bi şaşî xistiye xwarê ku di encamê de 176 kesên tê de hatin kuştin ku piraniya wan welatiyên Îranê bûn.

(cx)