Êş û azara koçberan

Êş û azara koçberiyê ne beşe, îca astengdariya zarokên wan jî êşa wan dike du qat. Yek ji van serpêhatiyan jî serpêhatiya Xedîca Yunis e.

Êş û azara koçberan
Êş û azara koçberan
Êş û azara koçberan
Êş û azara koçberan
13 ÇILE, 2020   07:04
HESEKÊ-COZA ÎBRAHÎM

Malbatên ji ber êrişên artêşa Tirk koçberbûne li kampa Waşûkanî ya rojavayê bajarê Hesekê dimînin. Hin malbatên li kampê êşa zarokên xwe yên astengdar dikişînin û rêxistinên mirovî rewşa koçberan paşguh dikin.

Êş û azara koçberên ji Serêkaniyê û navçeya Zirganê berdewam e. Hin malbat hem êşa koçberiyê dikişînin û hem jî êşa zarokên xwe yên astengdar dikişînin.Malbat domdar li peydakirina dermanan diponijin.

Halê hazir bêhtirî 6 hezar û 600 koçber li kampê dimînin û rewşa wan dijwar e. Tevî vê yekê jî rêxistinên mirovî nabin alîkar û tenê Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd xizmeta koçberan dikin.

Heyva Sor a Kurd 24 saetan li navendên xwe yên li kampê xizmetê dikin û xwedan gelek beşan e.Yên herî girîng beşa zarok û jinan e.

Yadê Xedîcê Xemîs Yunis koçberek ji gundê Xemsê yê herêma Til Temirê ye û niha li kampa Waşokanî dimîne.Yadê Xedîcê wiha ji ajansa me re got: “Em ji ber topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê yên bi navên"Artêşa Wetenî ya Sûrî" ji malên xwe derketin. Rewşa me li kampê dijwar e û ji ber astengbûna kurê min Mîlad Casim El-Kerî(10) êşa min zortir e.”

Yadê Xedîca Yunis bal kişand ser astengbûna kurê xwe û got: “Dema kurê min hate dinyayê, şaştiyeke bişîjkî derket û di encamê de felcbû. Lewma her demekê dikeve tayê û dest û lingên wî xwar dibin. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku alîkariya me bikin û dermanên pêwîst pêşkêş bikin.”

Di encama êrişên artêşa Tirk ku hêj li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in de, bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest da û bi sedan jî birîndar bûn.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/W6GGSYecy_4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>