Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Artêşa Tirk nuqteyeke kevn a QSD’ê bombebaran kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyand ku artêşa dewleta Tirk a dagirker nuqteya kevn a QSD’ê ya li nêzî navçeya Tibespiyê hedef girt û di encamê de hin sivîl birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Artêşa Tirk nuqteyeke kevn a QSD’ê bombebaran kir
12 ÇILE, 2020   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker herêma nêzî gundê Dokir ê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi firokeyên bêpîlot bombebaran kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên dewleta Tirk a dagirker di hedefgirtina herêmên Bakurê Sûriyê de berdewam in. Beriya niha bi çend kêliyan bi firokeya bêpîlot nuqteyeke leşkerî ya kevn a li nêzî gundê Dokir ê navçeya Tirbespiyê hedef girt ku QSD’ê beriya vekişînê kiribû navend.

Di encama bombebaranê de gelek sivîlên ku malên wan li nêzî cihê bombebaranê bûn, birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê."

(fr)

 

ANHA