Di çilrojiya komkujiya Til Rifetê de li Şehbayê meşek hate lidarxistin 

Şêniyên herêma Efrînê yên bi zorê hatine koçberkirin, di çilrojiya komkujiya Til Rifetê de meşek li dar xist û daxwaz ji raya giştî ya cîhanê kir ku li hember êrişên artêşa Tirk bi erka xwe rabin.

Di çilrojiya komkujiya Til Rifetê de li Şehbayê meşek hate lidarxistin 
Di çilrojiya komkujiya Til Rifetê de li Şehbayê meşek hate lidarxistin 
Di çilrojiya komkujiya Til Rifetê de li Şehbayê meşek hate lidarxistin 
Di çilrojiya komkujiya Til Rifetê de li Şehbayê meşek hate lidarxistin 
Di çilrojiya komkujiya Til Rifetê de li Şehbayê meşek hate lidarxistin 
Di çilrojiya komkujiya Til Rifetê de li Şehbayê meşek hate lidarxistin 
Di çilrojiya komkujiya Til Rifetê de li Şehbayê meşek hate lidarxistin 
Di çilrojiya komkujiya Til Rifetê de li Şehbayê meşek hate lidarxistin 
Di çilrojiya komkujiya Til Rifetê de li Şehbayê meşek hate lidarxistin 
12 ÇILE, 2020   13:42
ŞEHBA

Di çilrojiya komkujiya Til Rifetê de ku di 2`yê Kanûnê de ji aliyê dagirkeriya Tirk ve pêk hat, bi hezaran koçber û zarokên kantona Şehba û Efrînê li navçeya Fafînê kom bûn.

Di meşê de çiqilên darên zeytûnê û gul, her wiha wêneyên şehîdên komkujiyê û pankartên "Bi komkujiyên we, hûn nikarin xeyalên pêşeroja me bi dawî bikin" hildan.

Meş ji rêya sereke li navçeya Fafînê dest pê kir û ber bi goristana şehîdan a navçeyê ve çû û dirûşmên silavkirina berxwedana şêniyên Efrînê û Berxwedana Serdemê hatin berzkirin. Li goristanê, daxuyaniyek bi zimanên kurdî û erebî ji aliyê xwendekar Zeyneb Lolo û Şehama Reşîd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Îro û di çilrojiya komkujiya Til Rifetê de ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk hat û di encama wê de bi dehan şehîdên sivîl ji wan 8 zarokên ku gunehê wan tune bû, şehîd bûn. Dîktatorê serdemê yê hovane Erdogan ku xwîna zarokên Şengalê, Roboskî, Nisêbîn, Efrîn û Serêkaniyê vexwar, komkujiya dawîn li dijî zarokên Til Rifetê pêk anî.

Tirkiyê di êrişan li ser gelê hezkiriyên azadiyê de pêk tîne û cihên wê yên dîrokî talan dike.

Bi navê zarokên Efrînê û Şehbayê û taybet zarokên şehîd, em komkujiya Til Rifetê û hemû binpêkirinên der heqê zarokan de şermezar dikin û daxwaz ji bangxwazên azadî û demokrasiyê ji rêxistinên mafnas ku parastina zarokan dikin û taybet UNCEF`ê dikin ku bi erka xwe rabe û zextê li dewleta Tirk a faşîst bike da ku ji xaka me derkeve û aştî belav bibe û şer bi dawî bibe.

Na ji kuştina zarokan re, na ji dagirkeriyê re, erê ji vegera li Efrînê re."

Paşê zarokan gul li ser gorên her 8 zarokên ku şehîd bûbûn, danîn. Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedanê bi dawî bû.

(jo)

ANHA