PYD‘ê di civînekê de banga avakirina yekitiya kurdî kir

Endamê PYD‘ê yê Buroya Dirbêsiyê Rûbar Sebirtî banga berxwedanê li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Rûbar her wiha banga li partiyên siyasî yên Kurdî kir ku yekitiya xwe ava bikin.

PYD‘ê di civînekê de banga avakirina yekitiya kurdî kir
11 ÇILE, 2020   14:40
HESEKÊ

Buroya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Dirbêsiyê civîna xwe ya salane lidar xist. Civîn li hola civînan a navenda Çand û Hunerê hate lidarxistin. Endamên partiyên yên navnada navçeyê û gundên wê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Endamê PYD‘ê yên navçeya Dirbêsiyê Rûbar Sebirtî rewşa siyasî nirxand û ev tişt anî ziman: "Di sala derbasbûyî de û heta niha artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhete El-Nusra û DAIŞ‘ê êrişî herêmê dikin, li pêşberî çavê rêxistinên mirovî û navdewletî û li dijî gelên herêmê komkujî pêk anîn û xêr û bêra herêmê talan kirin."

Sebirtî got, dewleta Tirk a dagirker xwest bi êrişên xwe fikrê netewa demokratîk bikin hedef û hewl dide serdama Osmanî zindî bikin ku tevahî herêm dagir kiribûn.

Sebirtî, bal kişand ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di berxwedana li dijî balafirên artêşa Tirk a dagirker de  ji cîhanê re girêdan û hezkirina xwe ya bi xaka xwe ve îsbat kirin û got: "Tirkiyê ji bo ku krîza xwe ya navxweyî veşêre û êrîş herêmên me kir û dest di herêmê de wer dide."

Sebirtî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew Partiya Yekitiya Demokratîk her tim ji bo berjewendî û ewlehiya gel dixebitin û bang li partiyên kurdî kir ku yekitiya xwe ava bikin û ji bo berjewendiyên gel kar bikin.

Di civînê de bang hate kirin ku divê gelê li derdora Rêveberiya Xweser kom bibe û QSD‘ê xurt bikin.

ANHA