Hejmara koçberan di Kampa Weşûkanî de zêde dibin

Rêveberiya Kampa Waşûkanî û Heyva Sor a Kurd bang li rêxistinên navneteweyî kirin ku alîkariyê ji koçberan re pêşkêş bikin.

Hejmara koçberan di Kampa Weşûkanî de zêde dibin
Hejmara koçberan di Kampa Weşûkanî de zêde dibin
Hejmara koçberan di Kampa Weşûkanî de zêde dibin
Hejmara koçberan di Kampa Weşûkanî de zêde dibin
Hejmara koçberan di Kampa Weşûkanî de zêde dibin
11 ÇILE, 2020   14:48
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker êrişêm xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Di encamê de zêdetirî 300 hezar sivîl koçber bûn, 478 sivîl birîndar bûn û hejmarek din jî hatin qetilkirin.

Bi berdewamkirina êrişa Tirkiyê re û dagirkirina herêma Serêkaniyê ya ser bi herêma Cizîrê ve û kantona Girê Spî ya girêdayî herêma Firatê pêlên koçberan ber bi Kampa Weşûkanî ve zêde dibin.

Rêveberiya Xweser li bajarê Hesekê zêdetirî 64 navend û Kampa Weşûkanî li rojavayê bajêrê ji bo pêşwazîkirina koçberan amade kirin.

Şêniyên ji herêmên xwe koçber bûne di nav şertûmercên dijwar de bi hêviya vegera warên xwe li berxwe didin. Her wiha bang li rêxisitnên navneteweyî dikin ku alîkarî ji wan re pêşkêş bikin.

Bi hatina pêlên koçberiyê yên nû re hejmara koçberan gihaşt hezar û 21 malbatan yanî zêdetirî 6 hezar û 600 kesan. Koçber di hezar û 21 konan de bi cih bûne. Jê 150 malbat di konên pêşwazîkirinê de dimînin.

Endamê rêveber ê Kampa Weşûkanî Hesen Yusif diyar kir ku ji ber gelek sedeman malbat di konê pêşwazîkirinê de mane. Jê zemîna kampê ne amade ye heta ku konên nû werin vedan.

Girêdayî heman mijarê Rêveberiya Kampa Weşûkanî û rêxistina Heyva Sor a Kurd 285 sobe li koçberên kampê belav kirin. Ev sobe ji hêla bajarê Qamişlo ve hatiye pêşkêşkirin.

Endamê Heyva Sor a Kurd Micbas Ebdulqadir bibîr xist ku sedema veguherîna sobeyên li ser gaz dixebite bi sobeyê li ser mazotê dixebite ew e ku koçber bihna gaz tehemul nakin. Her wiha gaz bûye sedema şewitandina hinek koçberan ji ber ku nizanin bikar bînin.

Endamê rêveber ê Kampa Weşûkanî û endamê Heyva Sor a Kurd nameyek bang lirêxistinên navneteweyî kir bi lez dest bi karê xwe di nav kampê de bikin, alîkariya koçberan bikin û aloziya di nav kampê de derbas bikin.

(şx)

ANHA