​​​​​​​‘Divê rêveberiya Başûrê Kurdistanê fişarê li ENKS’ê bike’

Endamê Meclisa Eşîrên Kurd Ebdulqadir Wetê bang li partiyên Kurd kir ku helwesteke xurt ji bo avakiriya yekîtiya Kurd nişan bidin û got: “Rola rêveberiya Başûrê Kurdistanê di tevgera kurdî de gelekî girîng e û dikare fişarê li ENKS‘ê bike da ku gavan ber bi yekîtiya kurdî ve bavêjin."

​​​​​​​‘Divê rêveberiya Başûrê Kurdistanê fişarê li ENKS’ê bike’
11 ÇILE, 2020   05:20
QAMIŞLO – ŞÎNDA EKREM – SILAVA EBDULREHMAN

Gelê Kurd û piraniya partiyên Kurd ên li Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê banga avakirina yekîtiya kurdî dikin. Lê hin partî hene ku hewl didin xebatên yekîtiyê asteng bikin.

Endamê Meclisa Eşîrên Kurd Ebdulqadir Wetê bang li partiyên kurdî kir ku yekîtiya xwe ava bikin û wiha axivî: “Em di pêvajoyeke hesas de ne. Divê em destkeftiyên bi keda şehîdan hatine bidestxistin biparêzin."

Wetê, banga li partî û hêzên Kurd kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û civîneke hevpar lidar bixin da ku bi biryareke hevpar encam bigire. Ji bo biryara wan xizmeta yekîtiya Kurd bike.”

Ebdulqadir Wetê bal kişand ser banga  fermandarê giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî ya ji bo avakirina yekîtiya Kurdan û got: “Em wekî Meclisa Rûspiyên Kurd hevî dikin ku tevahî partiyê kurdî vê bangê bi cih bînin.”

‘DIVÊ YÊN JI YEKÎTIYÊ DIVEVIN WERIN DARIZANDIN’

Wetê destnîşan kir ku hin  partiyên kurdî di mijara yekîtiya netewî ya Kurd de tu gavên berbiçav neavêtine û wiha axivî: “Meclisa Eşîrên Kurd bi partiyan re civiya û ji wan xwest ku li ser vê mijarê gavên cidî bavêjin. Ev hezar û 400 salin em di bin zulma cîhanê de dijîn, tu kes îtîrafê bi me nake. Li ser vê yekê divê em bi xwe û welatê xwe bifikirin û yekîtiya xwe ava bikin. Heger di vê pêvajoyê de em nebin yek wê planên qirkirinê yên li ser gelê pêk werin.

Li cîhanê gelek şer qewimîn û bi hezaran kes hatin kuştin. Lê li dijî dijminan yekîtiya xwe ava kirin.  Divê partiyên Kurd bêyî şertên pêşîn yekîtiya xwe ava bikin. Ji bo berjewendiyên gelê xwe di ser berjewendiyên partiyetî bigirin. Rewşa me di xeteriyê de ye, ji ber em nebûn yek dijmin Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir."

‘DIVÊ RÊVEBERIYA BAŞÛR FIŞARÊ LI ENKS’Ê BIKE’

Wetê anî ziman ku divê partiyên kurdî dest ji hincetên xwe berdin, hincetên wekî di girtîngehên Rêveberiya Xweser de girtiyên me hene û hincetên bi vî awayî berdin. Ebdulqadir Wetê got: "Gel di oxira parastin û rûmeta vê axê de bi hezara şehîd dane."

Wetê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rola hin hêzên kurdistanî di avakirina yekîtiya kurdî de û wiha domand: "Rola fermandariya Başûrê Kurdistanê di tevgera kurdî de gelekî girîng e û dikare fişarê li partiyên ENKS‘ê bike da ku gavan ber bi yekîtiya kurdî de bavêjin."

Ebdulqadir îşaret bi berxwedana gelê Rojava ya li hemberî çeteyên DAIŞ û dagirkeriya dewleta Tirk û got: "Cîhan bi rêya berxwedana şervanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî çeteyan û dijminê Tirk Kurd nas kirin. Ji ber ku Kurdan serkeftinên mezin qezenc kirin. Li ser vê yekê divê bi rêya yekîtiyê ev serkeftin werin parastin."

Ebdulqadir Wetê ji rûspiyên eşîra Qere Gêçê ya navçeya Amûdê ye. Li Zanîngeha Şamê beşê Şerîetê xwend. Di sala 1957‘an tev li Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bû. Di sala 1961‘an beşdarî Partiya Demokrat a Kurdistanê (El-Partî) bû û sala 1970‘an ji El-Partî îstîfa kir, di sala 2013‘an beşarî Meclisa Eşîrên Kurd bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/V0gE20JjWDA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>