Rojnameya Ahval: Li Lîbyayê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Rojnameya Ahval eşkere kir ku li Lîbyayê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Rojnameya Ahval: Li Lîbyayê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
10 ÇILE, 2020   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Ahval li ser zimanê çavkaniyekî ragihand ku li Lîbyayê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Çavkaniyan gotin, cenazeyên leşkeran gihaştin balafirxaneya Misrata ya rojavayê Lîbyayê û dê roja Înê ji bo Tirkiyê bêne veguhestin.

Her wiha hate ragihandin ku hejmarek birîndarên Tirk di nexweşxaneya bajarê Nalût a 270 km dikeve rojavayê Terablûsê de ne.

Dewleta Tirk ji bo piştgiriya hikûmeta Wîfaq leşkerên xwe û çeteyên sûrî şandin Lîbyayê.