Şêniyên Şehbayê tecrîd şermezar kir

Bi dirûşma "Tecrîda li ser Rêbertî, tecrîda li ser mirovahiyê ye" bi hezaran şêniyên herêma Efrînê meşeke şermezarkirina tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan li dar xist.

Şêniyên Şehbayê tecrîd şermezar kir
Şêniyên Şehbayê tecrîd şermezar kir
Şêniyên Şehbayê tecrîd şermezar kir
Şêniyên Şehbayê tecrîd şermezar kir
Şêniyên Şehbayê tecrîd şermezar kir
Şêniyên Şehbayê tecrîd şermezar kir
Şêniyên Şehbayê tecrîd şermezar kir
Şêniyên Şehbayê tecrîd şermezar kir
10 ÇILE, 2020   12:41
ŞEHBA

.Kongreya Star ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan meşek organîze kir

Bi hezaran şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê li gundê Til Qirah ê navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn.

Xwepêşandêran alên Kongre Star, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Tecrîda li ser Rêbertî, tecrîda li dijî mirovahiyê ye", "Dê tecrîd û faşîzmê bişikînin û mîsogeriya neteweya demokratîk bikin" hildan.

Xwepêşandêran berê xwe da qada Kampa Serdemê ya kantona Şehbayê.  Xwepêşadan li qada kampê vegerî mîtîngê û deqeyekê rêz hat girtin. Piştre endama Kongreya Star a kantona Efrînê Hêvîn Reşîd, endama Yekitiya Jinan a Azad a kantona Şehbayê Selwa Ecac axivîn.

Axêveran diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelên serhildêr, di girtîgeha Îmraliyê de ye. Axêveran got: "Em teslîmkariyê qebûl nakin û tu bê Serok jiyan nabe."

Axêveran li dawiyê got divê tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan rabe.

(fr)

ANHA