Iraqê daxwaz ji DYA`yê kir ku nûneran bişîne da ku hêzên xwe ji welêt vekişîne

Iraqê daxwaz ji wezîrê karên derve yê Amerîka kir ku nûneran bişîne Iraqê da ku mekanîzmaya pêkanîna biryara parlamentoyê ya vekişandina hêzan ji Iraqê, deyne.

Iraqê daxwaz ji DYA`yê kir ku nûneran bişîne da ku hêzên xwe ji welêt vekişîne
10 ÇILE, 2020   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya ragihandinê ya serokwezîrê istîfakirî Adil Abdulmehdî îro di daxuyaniyekê de wiha da zanîn: "Adil Abdulmehdî duh bi rêya telefonê bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re li ser geşedanên dawîn û hêviya wan ji bo bêdengkirina aloziyan axivî."

Abdulmehdî piştrast kir ku Iraq hemû operasyonên ku serdestiya wî binpê dike, red kirin, di nav de çalakiya dawî ku li Eyn Esed û Hewlêrê pêk hatiye û destnîşan kir ku Iraq bi hemû aliyan re di nava têkiliyan de ye da ku nebe qada şer.

Li gorî daxuyaniyê, Abdulmehdî daxwaz ji wezîrê karên derve yê Amerîkayê kir ku nûneran bişîne Iraqê da ku mekanîzmaya pêkanîna biryara parlamentoyê ya vekişandina ewlehiyê ya hêzan ji Iraqê, deyne.

Her wiha Abdulmehdî wiha domand: "Iraq hewl dide her tim bi têkiliyên baş bi cîran, dostên di civaka navneteweyî de be, her wiha parastina berjewendiyên biyanî û her kesê li ser axa Iraqê re, tev bigere.” Li aliyekî dîtir jî diyar kir ku xebatên wan ên pêşîn, şerê terorê û DAIŞ`ê û avakirina Iraqê, her wiha pêkanîna aboriyê, parastina serdestiya welêt û serxwebûna wê, yekitiya neteweyî, pêkanîna ewlehiyê û istîqrara Iraqê ye.

Dezgehên çapemeniyê jî beriya niha ragihandibû ku wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo duh bi rêya telefonê bi serokwezîr Adil Abdulmehdî re axivî.

(jo)