Yekitiya Rewşenbîran encamên semînerên xwe eşkere kirin

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê diyar kir ku divê hemû partiyên siyasî yên Kurd berprisyariyên xwe yên dîrokî li hember gel hilgirin û dan û standinên cidî pêk bînin.

Yekitiya Rewşenbîran encamên semînerên xwe eşkere kirin
10 ÇILE, 2020   12:22
QAMIŞLO

Îro Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê li baxçeya xwendinê yê bajarê Qamişlo, bi daxuyaniyekê encamên semînerên ku li herêma Cizîrê ( Qamişlo, Girkê Legê, Dêrik, Amûdê û Dirbêsiyê) li dar xistibûn, ji raya giştî re ragihandin.

Daxuyanî bi amadebûna endamên yekitiyê û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz hat dayîn. Endamê Yekitiya Rewşenbîran şaxê navçeya Amûdê Kurdiyar Dirêyî daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji raya giştî ya gelê me yê  berxwedêr, partî û hêzên siyasî, hemû welatparêz  û xemxurên berjewendiyên gelê Kurd û pêşeroja wî re,

Di nava ew qas guhertin û veguhertinên di Rojhilata Navîn û cîhanê de û li hember plan û projeyên li dijî deskeftiyên gelê me di Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatî Sûriyê de; hewldana hin dewletan ji bo derkirina gelê me ji erdnîgarî û dîrokê û bi taybet Tirkiya faşîst ku hewl dide Împaratoriya Osmanî ya binaxbûyî vejîne û dîroka wê ya bi xwîn der heqê gelên resen ên deverê de dubare bike, bi rêya dagirkeriya rasterast ji Rojava û Başûrê Kurdistanê re û pêkanîna  komkujiyan der heqê gelê Kurd de.

Di van rewşan de banga fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) general Mezlûm Ebdî ji tevgera siyasî ya kurdî re hatiye  ku hevrêzî û yekhelwesta xwe nîşan bidin û bi berpirsyariyên xwe yên dîrokî li hember gel û qurbaniyên wî rabin, bi yek helwest û îrade li hember komplo û planên tirsnak ên faşîzma Tirkiyê û hêzên cur bi cur rawestin, deskeftî û keda hizrên şehîdên azadiyê biparêzin.

Em weke rewşenbîrên Cizîrê bi hestkirina berpirsyariya dîrokî ya li ser milê me, ne tenê me piştgiriya  banga general Mezlûm Ebdî kiriye, lê belê her wiha me hewl daye ku em bibin beşeke aktîf ji bo serxistina vê bangê, lewra wek hûn dizanin me rêzenedweyên guftûgo û nîqaşan di navbera partiyên siyasî de li bajarên Cizîrê yên Qamişlo, Girkê Legê, Dêrik, Hesekê, Amûdê û Dirbasiyê li dar xistine. Di van nedweyan de nêrînên cur bi cur derketine, xalên binakok û xalên xurtbûnê  bi berpirsyarî û dilekî vekirî  ji hêla partiyên siyasî  û beşdaran ve hatine diyarkirin, lê belê cihê mixabiniyê ye ku hin partiyên siyasî ku di bin sîwana Encûmena Nîştimanî de ne, beşdarî van hevdîtinan nebûn û helwest û nêrînên xwe bi gel re parve nekirin, tevî ku hatine vexwendin. Em di wê hêviyê de ne ku di hevdîtin û bangên neteweyî de, di demên pêş de beşdar bibin û berpirsyariya xwe ya dîrokî beramberî gelê xwe rakin.

Encamên ku ji van semîneran derketin, wiha ne:

1- Pêwîst e hemû partiyên siyasî yên Kurd berpirsyariyên  xwe yên dîrokî li hember gel hilgirin û demildest nakokî û pirsgirêkên navxweyî rakin û derbasî dan û standinên cidî bi hev re bibin.

2- Rijde û cîdiyeta partiyên siyasî ji bo lidarxistina kongreyeke neteweyî û yekhelwestkirina  helwestên partiyan li hember geşedanan.

3- Sivikiya behane û rêpêxistina nepejirandina hevrêziya tevgera kurdî ya siyasî ji hêla hin partiyan ve, ji bo ku ji erk û berpirsyariyên xwe yên neteweyî li hember gelê Kurd birevin.

4- Meraqkirin û rijdebûna gelê me ji bo yekrêziya partiyên siyasî û tawanbarkirina aliyên ku dibin asteng û yekitiyê napejirînin li himber gel û dîrokê.

5- Îmkana lidarxistina kongreyeke neteweyî, tevî nepejirandina hin aliyan û israra wan li ser astengkirina kongreya neteweyî.

6- Piştigirya banga general Mezlûm Ebdî ji bo yekitiyê û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk.

Gelê me yê berxwedêr, endam û serokên partiyên siyasî û hemû welatparêzên birûmet,

Banga bi hezarên şehîdên ku axa welat bi xwîna xwe av dane, qîrîna  jinên revandî û zarokên Şengalê, Kobanê, Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê, hêsirên dayikên şehîdan, tev de çav li we ne û bi hêvî ne ku hûn  di asta vê berpirsyariya dîrokî  de bin û doza gelê Kurd ji bo azadî û serxwebûnê pêk bînin.

Yekitiya hêzên kurdî ne hewcedarî  navbeynkar, bendên pêşwext û  behaneyên erzan e, lê belê hewcedarî vîn û iradeya rasteqîn û hestkirina berpirsyariyên dîrokî ye û ferqkirina asta plan û komployên li ser tevahiya gelê Kurd e.

Em bi hemû hêza xwe piştgiriya yekrêziya tevgera siyasî ya kurdî dikin û bi tundî çi aliyên yekitiyê asteng dikin, şermezar dikin."

Hêjayî gotinê ye di 11`ê Kanûna borî de Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê dest bi semînerên bi partiyên siyasî re der barê yekrêziya kurdî de kir.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9Wi6UOVOL7I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>